Serokê Kurdistanê: Parlamento jî nemîne çi dimîne Serokê Kurdistanê: Parlamento jî nemîne çi dimîne
HEWLÊR, 9/2 2011 — Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro digel hikûmet, parlamento û hêzên siyasî yên Kurdistanê civiya û got her kes dikare daxwaza... Serokê Kurdistanê: Parlamento jî nemîne çi dimîne

HEWLÊR, 9/2 2011 — Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro digel hikûmet, parlamento û hêzên siyasî yên Kurdistanê civiya û got her kes dikare daxwaza hilweşandina hikûmetê bike lê belê çênabe ko ti kes daxwaza hilweşandina parlamentoyê bike ji ber heger parlamento nemîne tiştek namîne.

Mesûd Barzanî got di çarçeweya qanûnan de her kes azad e ko fikr û raya xwe bibêje û di heqaê daxwaza Goranê ya hilweşandina Parlamentoya Kurdistanê de got:

— Her kes dikare daxwaza hilweşandina hikûmetê bike, lê mafê kesekî nîne daxwaza hilweşandina parlamentoyê bike, ji ber heher parlamento were hilweşandin tiştek namîne.

Serokê Kurdistanê behsa pêwistiya avakirina komîsyonekê ji bo teqîbkirina gendeliyê kir û got:

— Her kesê ko behsa gendeliyê kir divêt cihê ko tê de gendelî tê kirin jî nîşan bide. Ji ber wê ez pêşniyara avakirina komîsyonekê bo teqîbkirina gendeliyê dikim, yan jî bil her sazî û alî raporên xwe bo serokatiya herêmê bişînin da parlamento û hikûmet bikaribin tedbîrên yasayî bigirin.

Şîrove bike li ser vê gotarê