Barzanî: Em ti partiyan tawanbar nakin û êrişî Goranê jî nakin Barzanî: Em ti partiyan tawanbar nakin û êrişî Goranê jî nakin
HEWLÊR, 18/2 2011 — Cihgirê serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di preskonferansekê de got ew ti partiyên siyasî ji bo êrişa... Barzanî: Em ti partiyan tawanbar nakin û êrişî Goranê jî nakin

HEWLÊR, 18/2 2011 — Cihgirê serokê Partiya Demokrat ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro di preskonferansekê de got ew ti partiyên siyasî ji bo êrişa li ser baregehê PDK-ê li Silêmaniyê tawanbar nakin û got bila hikûmet tehqîqatekê bike û netîceyê aşkera bike.

Nêçîrvan Barzanî got ew hêzên eskerî ko çûne Silêmaniyê jî li ser daxwaza serokwezîr Berhem Salihî û wezareta daxilî çûne û got ti neyeta wan hêzan nîne ko êrişî merkeza Goranê ya li Silêmaniyê bikin.

Di heqê mafê xwenîşandanê de jî Nêçîrvan Barzanî got ew rêzê ji xwenîşandanan re digirin û got ew bawer dike ko grupeka provokator êrişa li ser baregehê Partiyê organîze kiriye û got:

— Berî xwenîşandanê me bi rêya telefonê îdareya wîlayeta Silêmaniyê agahdar kir ko niyeta hinekan heye êrişî leqa 4-ê ya Partiyê bikin.

Nêçîrvan Barzanî got ji bo parastina baregehê Partiyê li Silêmaniyê ji aliyê îdarî û ewlekariyê ve xemsariyek hatiye kirin û got:

— Berî ko xwenîşandan dest pê bike me dizanî ko hinek dixwazin aloziyê derxin. Lewra me rewş ji îdareya Silêmaniyê re got, wan jî bawerî da ko dê baregeha me biparêzin.

Nêçîrvan Barzanî got êrişkaran ji bilî keviran bi demanceyê gule berdane avahiya PDK-ê û got sê kes ji PDK-ê jî birîndar bûne. Di heqê birîndarên êrişkaran de jî got:

— PDK amade ye birîndarên ko pêwîstî bi dermankirinê hene ji bo tedawiyê bişîne derveyî welat.

Ji bo şewitandina ofîsa Goranê ya li Hewlêrê jî Nêçîrvan Barzanî got:

— Em wek PDK qebûl nakin ko alîgirên me karên wiha bikin. Ev karekî nebaş e û em şermezar dikin. Nûkirin û çêkirina wan avahiyan jî di stoyê me de ye.

Nêçîrvan Barzanî behsa civîna polîtburoya PDK-ê û YNK-ê ya îro jî kir û got di civînê de tekîdî li ser peymana stratejîk ya herdu partiyan hatiye kirin û got:

— Helwesta herdu aliyan li hember vê bûyerê yek bû û em ti kesî jî tawanbar nakin.

Şîrove bike li ser vê gotarê