Kurd dê ji bo ”erê” yan ” no” heyeteka siyasî rêkin Bexdayê Kurd dê ji bo ”erê” yan ” no” heyeteka siyasî rêkin Bexdayê
HEWLÊR, 18/10 2012 — Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî digel partî û hêzên siyasî yên Kurdistanê civiya û biryar hat dan ko kurd heyeteka... Kurd dê ji bo ”erê” yan ” no” heyeteka siyasî rêkin Bexdayê

HEWLÊR, 18/10 2012 — Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî duhî digel partî û hêzên siyasî yên Kurdistanê civiya û biryar hat dan ko kurd heyeteka siyasî ji bo çareserkirina problemên digel Iraqê rêkin Bexdayê. 

Li gor Basnewsê, berdevkê serokatiya Kurdistanê Umêd Sebah got di civîna duhî ya serokê Kurdistanê ya digel aliyên siyasî de biryar hatiye dan ko di zûtirîn dem de berî cejnê şandeke Kurdistanê serdana Bexda bike û got:

— Ger di demeke diyarkirî de daxwazên kurdan neyên cîbicîh kirin, wî wextî kurd bi awayekî yekgirtî bijardeyekê ji xwe re hildibijêrin û biryara xwe didin. Di civîna duhî de serok Barzanî behsa naveroka serdana xwe ya vê dawiyê bo Îtalya û Tirkiyê kir, herwiha qala civîna xwe û serokkomar Celal Talebanî kir û naveroka civînê ji amadevanan re ron kir, li ser yekhelwêstî û hemfikirbûna her du aliyan rawestiye, ko bi yek nerîn û yekrêzî danûstandin digel rewşa niha ya Iraqê bê kirin.

Umêd Sebah wiha dirêjî bi axaftina xwe da:

— Di civînê de biryar hat dan ko şandeke Kurdistanî bê pêkanîn û serdana Bexdayê bike, da peyama herêma Kurdistanê bighîne aliyên siyasî yên Bexdayê. Bi taybetî digel Îtîlafa Niştimanî ko ji Tevgera Sedir, Encûmena Bilind ya Îslamî û Fezîle û piştre ligel Hevpeymaniya Niştimanî rûnin, piştre digel Iraqiye jî rûnin, da daxwazên serekî yên herêma Kurdistanê bighînin hemû aliyekî, ji wan re bibêjin ko di demeke diyarkirî de divê bên cîbicîh kirin.

Navborî got daxwazên Kurdistanê ji du xalên serekî pêk tên û wiha pê de çû:

— Yekem; cîbicîhkirina rêkeftinnameya Hewlêrê û duyem jî cîbicîhkirina wan 19 xalên ko berê di navbera herêma Kurdistanê û Hevpeymaniya Niştimanî de hatine mohrkirin, bi baweriya me ger ew her du xal di wextekî diyarkirî de bên cîbicîhkirin rewş bo Iraqê bi giştî baş dibe û ew pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî asayî dibin. Ev daxwaz ko berê rêkeftin li ser wan hatiye kirin, aliyên şî’e jî razîbûbûn, lê belê niha mixabin xwe vedidizin, ger bê û di demeke diyarkirî de neyên cîbicîhkirin wê demê kurd bi awayekî yekgirtî bijardeyekê-rêyekê ji xwe re hildibijêre, biryara xwe dide û wiha ligel rewşê tevdigerin.

Umêd Sebah got di civînê de behsa çend binpêkirinên Malikî jî hatiye kirin û got:

— Qala wan binpêkirinên Malikî hat kirin ko derheqê herêma Kurdistanê de dike. Yek ji wan pêkanîna Fermandeya Operasyonên Dîcle, herwiha dixwazin ji butceya 2013-ê kêmtirîn pişk bigihe herêma Kurdistanê, ev mijar jî hatin gotûbêj kirin.

Umêd Sebah ew gotegot jî red kirin ko qaşo ji ber daxwiyaniyên hinek kesayetiyên nêzîkî Malikî çûna wê şandê bo Bexdayê paş ketibe û axaftina xwe wiha qedand:

— Biryar hat dan ko ew şand ji hemû aliyên beşdarî civînê bûne were pêkanîn, daku bi awayekî yekgirtî biçin Bexda, destpêkê serdana serokkomar Celal Talebanî dike û hewl tê dayîn berî cejnê ew şand biçe Bexdayê.

Şîrove bike li ser vê gotarê