KAR (LÊKER) DI ZIMANÊ KURDÎ DE.. (KURMANCIYA JORÎN) KAR (LÊKER) DI ZIMANÊ KURDÎ DE.. (KURMANCIYA JORÎN)
PÊŞGOTIN   Berî ku ez di vê pêşgotinê de babeta Karan tevbidim û bikevim nav girêk û aloziyên wan, dixwazim kêşeya van zaraveyên (têrmên)... KAR (LÊKER) DI ZIMANÊ KURDÎ DE.. (KURMANCIYA JORÎN)
PÊŞGOTIN
 

Berî ku ez di vê pêşgotinê de babeta Karan tevbidim û bikevim nav girêk û aloziyên wan, dixwazim kêşeya van zaraveyên (têrmên) ku bi vê pirraniya bêserûber li hêman û mijarên rêzimana Kurdî bûne, di ber çavan re derbas bikim û di bîra xwendevanên pirtûkên rêzimana Kurdî de bînim, çendî têgihêştina van navlêkirinên têvel (ciyawaz) çetin e.
Her şarezayekî zimên di nivîsarên xwe de navek, li gora baweriya xwe, li mijarekê kiriye.
Bi vê yekê her mijarek bi çend navan hatiye nasîn wek Nimûne:
– Hevok, hevek, pevek, komik û riste (الجملة).
– Kar, lêker, pîşk, kirin, ferman û kardar (الفعل).
– Kara, kirar, kirde, kiryar, pîşkar û biker (الفاعل).
-….
Dema ku mijarek bi (4 – 5) navan bê nasîn, divê hayê mirov ji watedariya wan navan tevan hebe, ku ew nav tev yek mijarê destnîşan dikin, yan jî wê tûşî tevheviya navlêkirinan bibe.
Rast e ku ji hezarên salan ve zimanê me, weku zimanekî devikî maye, bêyî ku derfeta lêkolîn û vekolînên pêdivî jêre peyda bibe.Rast e jî ku nuha em di qûnaxa vejandin û damezirandina bingehên zimanekî wêjeyî de ne, lê ka ev qûnax, li gora perîşaniya vê rewşa me ya îroyî, gelo wê çiqasî dirêj bike……? !
Hemû xebatên ku di warê zimanê me de bûne berhemên kesayetiyeke yekta ne. Ev celebê xebatê jî, çiqasî pêkhatî be, şûna xebata komelên dezgehî nagire.
Bêguman, em di vê qonaxê de nikarin hemû kêşeyên zimanê xwe çareser bikin. Lê ku em xwe bidin serhev û dezgehin zanyarî li gora karîna xwe ava bikin, em ê karibin gelek xalên aloz di gelek mijaran de sererast bikin.
Hin Kurdnas û zimanzan dibêjin: Zimanê Kurdî (Kurmanciya Jorîn) zimanê verês û veguhestinê ye. Anku, ev her du mijarên rêzimanî (verês û veguhestin) bingehên tevna şêwezarê Kurmancî û taybetmendiya wî ya herî taybet in. Digel ku verês (tewang) digihêje nav û cînavan jî, lê herî bi cor û celebên karan, dem û raweyên wan ve girêdayî ye. Bi vê giringiyê kar dibin hêmanê herî sereke di pergala derbirîn û hevoksaziya zimanê me de.Ji ber vê giringiyê jî min ev pirtûk bo Karan tenê terxan kiriye, min hewldaye ku ez vî hêmanê giring ji hemû hêl û rexan ve vekolim, xalên tarî, di goşeyên jibîrkirî de ronî bikim û hin bilêvkirinên herêmkî destnîşan bikim. Bi gotineke tevayî, min xwestiye ku ez babeta «kar», weku giringtirîn mijar di rêzimana Kurdî de, hindekî ronî bikim. Bi hêvî me ku ez karibim çend gavên cîgirtî berû armanca xwe ve bavêjim.
Xebitandina hinek raweyên veguhestina karan ji herêmeke Kurdistanê ta herêmekê tê guhertin. Helbet, li gora pirbûn û belavbûna herêman ew raweyên neyeksane jî bi pirranî bikar tên. Pirtûkên rêzimana Kurdî, yên li ber destên me jî parekê ji wan têveliyên veguhestina Karan di nav rûpelên xwe de digirin, wek nimûne Karê (çinîn):
Dema Borî:
1- Min mazî çinîn

2- Min mazî çinîne
3- Min mazî diçinîn
4- Min mazî diçinîne
5- Min mazî çinîbûn
6- Min mazî çinîbûne
Dema Nuha:

1- Ez maziyan diçinim
2- Ez maziyan diçinime
3- Ezê maziyan diçinim
4- Ezî maziyan diçinim
Dema Paşeroj:
1- Ez ê / dê maziyan biçinim
2- Ez ê maziyan biçinime
3- Ezê dê maziyan biçinim
4- Ez dikim maziyan biçinim
Ev her (12) raweyên pêşkerî(إخباري)  jî, di pirtûkên rêzimanî de hatine nivîsîn. Her yek ji wan jî bi navekî hatiye destnîşankirin……!!
Di warê navlêkirin û veguhestina raweyên daxwazî de, mijar hêj aloztir û lihevketîtir e. Çetin e ku mirov karibe wan raweyan ji hev derîne û têgehên arezûyan di çarçewa demên lihevgeriyayî ji hev bide alî !
Da ku mirov bixwe bigihêje vê rastiyê, gerek li pirtûkên van şarezayên zimên, wek nimûne: (Qenatê Kurdo, Kamîran Bedirxan, Feqe Huseyn Sagniç û Murad Ciwan…) vegere û vê mijarê bişopîne, hingê wê baş bizane, ka çendî ev raweyên daxwazî aloz in û têgihiştina wan jî çendî çetin e !
Bi gotina zanyarên zimanê Firansî, gelek dem û rawe di veguhestina karên vî zimanî de hene. Lê di warê kiryariyê (piratîkê) de, nemaze van demên dawî, hin ji wan raweyên negiring paşguh dibin û bikar nayên. Çiqasî ev gotin rast û hûrbîn be, çiqasî kêm û zêde be jî, ez bixwe piştgirê nûjenkirin û hêsankirina zimanê Kurdî me, lê bi mercê ku destdirêjayî negihêje wan rêzik û destûrên bingehîn, ên ku ziman bêyî wan saz û durist nabe… !
Di vê pirtûkê de, ez bi vê baweriyê nêzî babeta Karan bûme û li ber ronahiya vê baweriyê jî, min çendek ji wan raweyên pêşkerî paşguh kirine. Bi dîtina min, hinek raweyên bingehîn şûna hinên herêmkî digirin, anku em karin wan ên herêmkî bavêjin bêyî ku kêmasiyek bigihêje derbirîna me.
Bi vê yekê zimanê me siviktir û petîtir dibe WEK:
Raweyên Bingehîn Raweyên Devikî
– Ez diketim                                 ez diketime

– Ez ketibûm                                ez ketibûme
– Ez dikevim                                ez dikevime
– Ez ê bikevim                             ez ê bikevime
– Ez ê bikevim                             ezê bikevim.
Bi vê pîvanê raweyên herêmkî yên devikî paşguh dibin û yên ku li tevaya herêman, yan jî li pirraniya wan bikar tên, di çarçewa van deman de dimînin:
Raweyên pêşkerî yên bingehîn:
Borî: 1 – Nêzbûriya xwerû: Ez hatim
2 – Boriya sergihayî: Ez hatime
3 – Boriya berdewam: Ez dihatim
4 – Boriya çîrokî: Ez hatibûm
Nuha:    – Ez têm / dihêm
Paşeroj:- Ez ê / dê bêm / bihêm.
Raweyên daxwazî jî, bi heman bawerî, min ew tevdane. Min hewldaye ku ez wan bi rêbazeke hêsantir vekolim û tevheviya veguhestina wan bi dû pêngavan zelal bikim:
1        – Min giringî daye raweyên sereke, lê yên ku li herêmkên teng, li nav hoz û êlên xwecî bikar tên, tenê min amaje bi wan (qala wan) kiriye û jêderên wan di pirtûkên rêzimanî de destnîşan kirine.
2         – Min her raweyeke daxwazî daye ber demeke pêşkerî. Bi vê yekê her raweyeke daxwazî, di bin navê xwe de, beranberî raweya demeke pêşkerî forma xwe digire.
Nimûne:«Çandin»
Demên Pêşkerî Raweyên Daxwazî
– Min genim çand             Xwezî te jî biçanda

– Min genim çandiye     Xwezî te jî çandibe
– Min genim diçand       Xwezî te jî çandiba
– Min genim çandibû     Xwezî te jî çandibûya
– Ez genim diçînim        Xwezî tu jî biçînî
– Ez ê genim biçînim      Xwezî tu jî biçînî.
Berçav e ku raweyên daxwazî yên beranberî dema nuha û paşeroj (ayinde) wekî hev, bi forma (biçînî) hatine.
Li vê gorê raweyên daxwazî, ji karê (çandin) bi (5) forman tenê tên. Ew jî ev in (biçanda, çandibe, çandiba, çandibûya û biçînî). Ev form di hemû raweyên daxwazî de (fermanî, mercî, bilanî, xwezînî, gerekî…..) bikar tên. Helbet, dawiya van forman li gora cor û celebên kar û kesan tên guhertin û li wê gorê paşkokên kesîn (im, î, e, in) digihêjin wan.
Sebaret bi karê (bûn)a rêzder (awarte), min ew bi mînakan ronî kiriye ku ev paşpirtik (im, î, e, in) ne raweyên karê (bûn) di dema nuha de ne, ne cînavên pêvebestî ne jî. Bi dîtina min ew paşkokên kesîn in, li pey nav û cînavên koma (ez) tên û weku peyrewên pabendî, bi wan ve girêdayî ne. Di dema nuha de karê (bûn) tê avêtin û ew paşkok li şûnê dimînin.
Di mijara (bêjesaziya hevokê) de ez tûşî diyardeyeke rêzimanî bûm, beriya nuha min ew di pirtûkên rêzimanî de nedîtibû (dibe ku hebe lê min nedîtiye). Ew diyarde jî ev e: Eger kara û berkarê rasteder nav û cînav bin, jixwe li pêş karên xwe bikar tên, lê ku hevok bin hingê li paş karan tên xebitandin.
Li dawiya vê gotinê ez lêborînê ji wan biraderan dixwazim, ên ku nêrînên min û wan di hin xalan de ne wekî hev hatine û min ew binav kirine. Mebesta min ji wan hevberkirin û binavkirinan, vebir ne diyarkirina kêmasiyan e, tenê min dixwest ez wan xalên ku cihê têveliyê ne zelaltir û ronîtir bikim !
Dawî jî, mebest û armanca me tevan ew e, ku em zimanê xwe bi rêzimaneke rast û tekûz biparêzin û hebûna xwe ya netewî jî, bi zimanê xwe biparêzin…..!!!
Amûdê 10 / 10 / 2009
D. Ebdulfetta
(1)

BIRRÊ  YEKEM
– Kar
– Danasîn
– Çima (kar) û ne (lêker)

– Binyat (reg)
Danasîn:
Kar bêjeyeke guhêrbar e (tê guhertin), serbixwe û watedar e, rûdanekê yan bizavekê di demeke destnîşankirî de berçav dike.
Wek: – Zîn çûye zanîngehê
– Şêrko nameyê dinivîse
– Ez ê vê pirtûkê bidim te.
Diyar e, ku her bêjeyeke binxêzkirî, di van mînakên jorîn de bûyerekê yan bizavekê di demeke nîşankirî de bi xwe ve digire:
– Zîn çûye…..(bizava çûnê di dema borî de)
– Şêrko dinivîse (bûyera nivîsînê di dema nuha de)
– Ez ê bidim (bûyerê danê di dema paşê de).
Dêmek, Kar ew bêje ye, ya ku têgeha rûdan û demê, bi hev re dide.
Bi vê danasînê, jêderên (raderên) Karan, wek (çûn, hatin, xwendin, nivîsîn…) ne kar in, çiku bûyer di wan de heye, lê dem nehatiye nîşankirin. Bo vê egerê jî, jêder li ser navan hatine jimartin û nebûne Kar. Lê jêderên Karan in, anku Kar ji wan der tên.
– Çima (Kar) û Ne (Lêker) ?!
Beranberî gotina (verb*([1]) – الفعل) gelek navlêkirin di zimanê Kurdî de hatine xebitandin. Her şarezayekî zimên, li gora dîtina xwe, navek li şûna zaraveyê([2]) (verb) bikar aniye:
– Dr. Qenatê Kurdo û Tewfîq Wehbî: (Fêl – Fi””””il) (فعل).
– Reşîdê Kurd: (Pîşk).
– Cigerxwîn: (kirin).
– Celadet Bedirxan, Kamîran Bedirxan, Feqe Huseyn Sagniç û hinin dîtir jî: (Lêker).
– Mihemedî Xal û Şêx Mihemedî Merdox û hinin dîtir:(kirdar).
– Nûrî E””””lî Emîn û Ebdurehman Hacî Ma””””rûf: (ferman).
– Sadiq Behadînê Amêdî: (Kar, Kirin).
Helbet van zimanzanên binavkirî, ew navlêkirinên me li jor diyar kirine di pirtûkên xwe de xebitandine.
Em dizanin ku dema navek li kesekî yan tiştekî dibe, mebest ji wê navlêkirinê ew e ku ew kes yan jî ew tişt bi wî navî ji nav celebên xwe bê nasîn. Lê ku gelek nav li yek kesî yan yek tiştî bibin, bêguman ew kes û ew tişt bê nav dimînin. Boyî vê egerê jî, pêdivî ye ku ev kêşeya zaraveyan (têrman) di hemû babet û mijarên ziman û rêzimana Kurdî de çareser bibe.
Li Kurdistana başûr gotina (kar) bo (verb) hatiye pejirandin û bi şêweyekî fermî bikar tê. Lê di nav Kurdên bakur û rojava de gotina (lêker) (li ser şopa Celadet Bedirxan) tê xebitandin.

Bi baweriya min gotina (lêker) cihê (verb) nagire. Wisan jî pirraniya wan navlêkirinên destnîşankirî.
Beriya ku em bikevin gêra mijara xwe divê ez bibêjim, ku min jî gotina (kar) pejirandiye û ez ê wê di vê nivîsarê de bixebitînim ([3]).
Li gora ku hayê min jê heye, nivîserê herî pêşîn, yê ku gotina (lêker) bi wateya (verb) xebitandiye Celadet Bedirxan e. Celadet ev gotin di govara (HAWAR)ê de (1932 – 1943) bikar aniye. Wisan jî, weku zarave (têrm) di pirtûka xwe ya rêzimanî de (Bingehên Gramêra Kurdmancî) ew xebitandiye. Li ser şopa Celadet jî pirraniya şarezayên zimanê Kurdî li bakur û rojavayê Kurdistanê (ji bilî Reşîdê Kurd û Cegerxwîn) di pirtûkên xwe de gotina (lêker) bikar aniye.
Dibe ku mirovek bipirse: Di nivîsarên xwe yên pêşîn de te bêjeya (lêker) bikar aniye, lê van salên dawî te baweriya xwe guhertiye û tu (kar) li şûna (lêker)ê dixebitînî, gelo ev guhertin li ser çi bingehê pêk hatiye ?!
Bi dîtina min, navlêkirina (lêker) cihê gotina (verb – الفعل) nagire. Li gora pîvan û rêpîvana dariştina zimanê Kurdî (lêker) raweya navê kara ye (اسم الفاعل), ne ku kar bixwe ye. Anku (lêker) ew kesê ku lêdike, ne lêkirin e.
Wekî ku em bibêjin, navê kara ji van karên jêrîn, bi van raweyan tê:
Ji (kuştin)ê: Yê ku dikuje, (kujer) e
Ji (nivîsîn)ê: Yê ku dinivîse, (nivîser) e
Ji (xwendin)ê: Yê ku dixwîne, (xwîner) e.
Lê ka çawa raweya navê kara ji karan tê dariştin ?! Çawa (lêker) ji (lêkirin) bûye navê kara ?! Bi gelemperî, raweya navê kara (اسم الفاعل) ji binyata dema nuha (reg), ya karên derhingêv (têper) û paşgira (er) saz dibe.
Anku: Binyata nuha + er = navê kara.
– Binyat (reg):
Binyata Kar ew kurtebêjeya resen e, ya ku Kar raweya xwe ya watedar, pê û li ser wê ava dike. Anku, ew beşê neguhêrbar e, yê ku di veguheztin û guhertina raweya karan de, weku bingehekê (bê guhertin) ji karan dimîne.
Çi karê di zimanê Kurdî de heye du binyat jê re hene:
– Binyata dema borî.
– Binyata dema nuha.
A – Binyata Borî ew binyat e, ya ku di dema borî de destnîşan dibe. Ev binyat bi veguhestina karan digel  kesê dûwem ê yekjimar (ew, wî, wê) tê wergirtin.
Anku, bi avêtina nîşandeka jêderî, ji jêderên karan.
Wek:
Jêder dema borî binyat

– Bûn                    ew bû                            bû…
– Hatin                 ew hat                           hat….
– Xwendin           wî xwend                     xwend..
– Kenîn/ keniyan ew kenî/keniya  kenî / keniya..
– Danasîn     wê danasî         danasî..
B – Binyata Nuha jî, ew binyat e, ya ku ji karan di dema nuha de tê wergirtin. Ev binyat ji karên dema nuha bi avêtina pêşgira dema nuha (di) û paşkokên kesanî (im, î, e, in).Wek:
Jêder Dema Nuha Binyat
– Bûn                    (ez) dibim                  …b….
– Çûn                    (tu) diçî                      …ç…..
– Nivîsîn              (ew) dinivîse             …nivîs…
– Kolan                (em) dikolin             … kol….
Eger kar dariştî be yan lêkdayî be, dîsan binyata nuha ji karê nuha bi avêtina nîşandeka (di) û paşkokan tê. Wek:
Jêder nuha Binyat
– Rabûn                (ez) radibim             ra…b…(rab)

– Lêçûn                (tu) lêdiçî                   lê…ç…(lêç)
– Daweşandin (ew)dadweşîne  da…weşîn (daweşîn)
– Vekolan                                          (hûn) vedikolin    ve…kol .. (vekol)
Navê Kara:
Berî nuha jî me gotibû, navê kara ji binyata karên derhingêv (têper) û paşgira (er) pêk tê ([4]). Lê divê ew binyat, ya dema nuha be, ne ya borî be. Li vê gorê navên kara ji van karên jêrîn bi vî şêweyî pêk tên:
– Hilkişandin: Hilkişîn + er = hilkişîner (yê ku tiştekî hildikşîne)
– Jêkirin: Jêk + er = jêker (yê ku tiştekî jêdike)
– Raxistin: Rax + er = raxer (yê ku tiştekî radixe)
– Lêkirin:   Lêk + er = lêker (yê ku tiştekî lêdike)
– Vekuştin([5]): Vekuj + er = vekujer (yê ku tiştekî serjêdike).
(Lêkirin) karekî lêkdayî (hevbend) e ji:
– Pêrbesta (li) + Cînavê kesîn (wî, wê) + kirin) pêk hatiye. Anku: Li + wî / wê = (lê) + kirin = lêkirin.
Navên kara ji karên lêkdayî jî, weku karên xwerû û dariştî pêk tên, nemaze yên ku bi karê (kirin)ê re saz dibin.Wek:
– Sorkirin: Sork (Sork + er) = Sorker.
– Zînê hêkan sor dike (ew Sorkera hêkan e)
– Rastkirin: Rastk (rastk + er) = rastker
– Tu şaşiyan rast dikî (tu rastker î)
– Û (karker, xebatker, zîvker…)
Wilo jî:
– Ji (çêkirin)ê ———– çêker
– Ji (jêkirin)ê ———— jêker
– Ji (pêkirin)ê ———— pêker
…Û ji (lêkirin)ê ——— lêker
Berçav e, ku li gora vê pîvanê bêjeya (lêker) bi wateya (verb – الفعل) nayê, lê wateya navê kara (yê ku karê lêkirinê dike) bi xwe ve digire.
Ji ber vê yekê jî, min gotina (kar) li şûna (lêker) bikar aniye.  

[1]– Verb : Ingilîzî ye, anku (الفعل).
[2] – Zarave : Navlêkirin (têrm ).
[3] – Beriya vê nivîsarê jî min zaraveya (kar ) di her dû pirtûkên xwe de (Nav, Cînav… ) bikar aniye.
[4] – Binyata nuha : ne ji hemû karên derhingêv bi wî şêweyê li jor der tê. Em ê vê mijarê paşê, di cih û dema wê de rave bikin.
[5] – Li Herêma Behdînan, Vekuştin Serjêkirin e (serbirrîn e).
DEHAM  EBDULFETTAH

Şîrove bike li ser vê gotarê