Ji qamişloka minre Ji qamişloka minre
Heye ku ez dîsa xweş te bi bînim Kulü derdu xemê xwe ez hilînim Bibür ku min li şuna xwe tu hiştî Belê çibkim... Ji qamişloka minre

Heye ku ez dîsa xweş te bi bînim
Kulü derdu xemê xwe ez hilînim

Bibür ku min li şuna xwe tu hiştî
Belê çibkim dem u dewran nehiştî

Bikî bahwer di nîva dil tu şînî
Hebuna min ji bona te di jînî

Li ser çogim ji ter tême sicudê
Bi navê te di xwînim xweş sirudê

Tenê yek şev li ser sînga te xewkim
Ezê jîne bi gorî bin u serkim

Hevala min hevala min hevalê
Tu rinda min şêrîna min şepalê

Ji te durim kela dil min difurî
Gelo rewşa te çawa ew diburî

Qamişla min gelo wek min dinalî
Ji bêbexta ji vî alî wî alî

De bêje lê ji dil min derx vî derdî
Çilo çawa zigurd bune efendî

 

Xurşîd Xelîl


Şîrove bike li ser vê gotarê