( Ji te hizdikim ) ( Ji te hizdikim )
Ez pir ji te hez dikim Pir jî bêrya te dikim Jînê bi ter par dikim Gelo tû ji min bahwerî   Navê te... ( Ji te hizdikim )

Ez pir ji te hez dikim

Pir jî bêrya te dikim

Jînê bi ter par dikim

Gelo tû ji min bahwerî

 

Navê te go ban dikim

Gûlê ji xar der dikim

Memo ji gor ra dikim

Nizam tû bi min bahwerî

 

Hingî bêrya te dikim

Te bi xewnêr xew dikim

Dil li te dorpêç dikim

Ma tê çawa jê herî

 

Hingî pesnê te didim

şekir ji lêv der didim

Nîva dil ez mer didim

Kûnca teye bê derî

 

Navê te go ban dikim

Zînê ji gor ra dikim

Jînê li xak par dikim

Tû di eşqêd rêberî

 

Dema te bi rê dikim

Rê nerîna rê dikim

Hêviya ez lê dikim

Kengî dîsa tê werî

 

Şop û şûnê bêhn dikim

Sawêra himbêz dikim

Jîna xwe bin pê dikim

Dibme gorî wî serî

 

Xûrşîd Xelîl


Şîrove bike li ser vê gotarê