«ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎŞEYAN» DE … xelek (1) «ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎŞEYAN» DE … xelek (1)
NAVEROK -Gotinek kurt -Zimanê Kurdî di Navbera Hêvî û Arîşeyan de ! -Kî ne Kurd ?!  -Evistayî -Şêwezarê Kurmanciya Bakûr (Bakurr) -Şêwezarê Kurmanciya Navîn... «ZIMANÊ KURDÎ DI NAVBERA HÊVÎ Û ARÎŞEYAN» DE … xelek (1)
NAVEROK
-Gotinek kurt
-Zimanê Kurdî di Navbera Hêvî û Arîşeyan de !
-Kî ne Kurd ?! 
-Evistayî
-Şêwezarê Kurmanciya Bakûr (Bakurr)
-Şêwezarê Kurmanciya Navîn
-Şêwezarê Kurmanciya Başûr

-Şêwezarê Goranî

-Têgeha Demê di Navbera “Pêşeroj û Paşeroj” de …!
– Ev kombêjiya (Awarte) Ji çi hatiye û bo çi  . . ?!
– Lêker”bi wateya “Verb”Navlêkirineke ne duriste !
– Zayend di Raweya ” Birazê”û ” Xwarzê”de …?!
-Verêsa Navên Nêrza
-Verêsa Navên Mêza
-BinyataKaran
-Hevoka Navdarî , Gelo Di Zimanê Kurdî de Heye ?!
-Bûn û Paşkokên (im , î , e , in)
-Cînav
-Karê “Bûn”
-Paşkok (paşpirtik)
-Paşgira “andin”vederî pîvanê gihiştiye hin karan
-Karên derhingêv
-Karên nederhingêv
-Bo Çi Nîşandeka Verêsê “î”Li Herêminan Bikar Nayê !?
-ErkûCiyê Berkarên Rasteder
-Têveliya di Navbera Raweya “Karker”û “Karkir”de çiye ?!
-Verêsa Navên Jimara Demê Jî  , Li Gora Zayend û Jimara Wan Tê
-Şêwazê Şaş
-Şêwazê Rast
-Watedariya Hin Hevalkarên Cihî Li Gora Paşgirên Pêvebestî
-Karên xwerû
-Karên dariştî
-Karên Lêkdayî
-Pêşgira “bi”di navbera Bêje û Bibêje de ……!
-Karên xwerû
-Karên dariştî
-Karên Lêkdayî
-Zêder (Veqetandek) û Nîşandekên Verêsê (tewangê)!
-Zêderên pendî
-Zêderên Nependî
-Zêderên nependî yên dûbare
-Rawegoriya Karan bi Kara û Berkarên wan re
-Rola Karên Nederhingêv (Têneper)
-Dema Borî
-DemaNuha
-Dema paşeroj ( Ayende)
-Rola Karên Derhingêv (Têper)
-Di Dema Nuha û Paşerojê de
-Dema Nuha
-Dema Paşeroj (Ayinde)
-Di Dema Borî de
– “Anîn “û “Înan) ,Kîjan Ji Kîjanê ye ?!
– Verêsa Navdêrê “Ba”, Ne “Bayê”ye . . . .!
Gotinek kurt

Ziman tevna derbirînê ye . Eger tevna me nakok , sist û ji gurdê ketibe , gelo em ê çawa tej û xaliyan pê birêsin ?! Berî ku em dest bi çêkirina merş , berr û xalîçeyan bikin gerek em tevna xwe saz bikin , paşê li ser rûnin û karê xwe bikin.
Ziman jî weku wê tevnê ye . Hemû cor û celebên derbirînên wêjeyî bi zimên dibin .
Vêca ku em Zimanê xwe ji wan şaşiyên gelêrî û yên ku di bin bandora zimanên biyanî de gihiştinê pak û paqij nekin emê çawa Zimanê xwe jîndar bikin , wî bigihînin asta Zimanên cîhanî û çawa jî em ê wêjeya xwe di nav wêjeyên navnetewî de bibînin ?!
Zimanê me hêviya me ye . Em pê ne û ew bi me ye .
Bi dirêjahiya demê re gelek arîşeyên aloz xwe lê girtine . Ji me tenê tê xwestin ku em wê hêviyê geş bikin …!!
Deham Ebdulfettah
Amûdê 15/10/2013

Zimanê Kurdî di Navbera Hêvî û Arîşeyan de !
Zimanê Kurdî yek ji zimanên malbata “Iranî”ye. Ew malbata ku ji zimanên Kurdî , Farisî , Bilocî , Başto û hin zimanên dîtir jê pêk tê. Girêdana vê malbata zimanan bi koma zimanên Hindo-Ewropî û yên Hindo-Iranî re jê heye. Bi egera vê girêdanê jî gelek bêje û derbirînên core cor di nav wan zimanan de hevbeş in. Ferhengên wan zimanan jî wê girêdan û pêwendiyê berçav dikin , nêzîkbûn û mirovantiya wan gelên ku bi wan zimana dipeyivin tekez dikin. Anku , ew ziman tev ,weku zimaninî serbixwe , li koka xwe ya “Arî”vedigerin û li wê kokê digihêjin hev.
Hin dîroknas û lêkolerên zimanên dêrîn (kevin)dibêjin ,ev dabeşbûn û şaxvedana van zimanan , bi vê pirranî û belavbûnê encama wan koçberiyên êl û hozûn gelên Arî ne.
Di serdemên kevin de gelên Arî ji cihwarî xwe (nêzî derya Qezwînê) , bi çend pêlan koçber bûne[2] .

– Pêlên yekem berû rojava ve koçber bûn û li parzemîna Ewropayê belav bûne Li wan herêm û navçeyan niştecî bûne .
– Pêlê duwem jî , berû başûr (kendava Farisî-Erebî ) û berû rojavayî (Qefqasiya) ve heta bakûrî derya Qezwînê û li wan herêman niştecî bûne .
Ew êl û hoz bi navê gelên Iranî hatin nasîn û zimanê wan jî bi navê: malbata zimanên “Iranî”hatin nasînê – Pêlên sêyem jî berû rojhilat û başûr ve çûnê Ew koçber bi navê gelên “Hindo-Iranî”hatin nasîn , zimanên wan jî bi navê komzimanên “Sansekrîtî”hatin , nasînê[3] .
Hindek dîrokzan û karnasên zimanên kevin jî dibêjin , navlêkirina “Hindo-Ewropî”ji vê têgeha pê hatiye nasîn Firehtir e. Anku ,hemû zimanên ku ji koka Arî hatine der , ji Hindistanê ta Emerîka , hemû dikevin bin sîwana navê “Hindo-Ewropî”, wek koma zimanên Sansekrîtî  , Îranî , Latînî  , Girmanî  , Silavî û Girêkî (Yûnanî) û hinin dîtir…[4]
Li vê gorê em dibêjin  , zimanê Kurd yek ji komzimanên Hindo-Ewropî , malbata zimanên Iranî ye. Lê ev ziman bi taybetmendiyên xwe yên resen zimanekî serbixwe ye . Raste hin têkiliyên zimanê Kurd (ji hêla hin bêje û derbirînên hevbeş ve) bi hindek zimanên dîtir ve (çi kevin , çi nû) heye , lê ev jî nayê wê wateyê ku zimanê Kurd tayekî peyrew e , yan şêwezarekî zimanekî dîtir e (wekî ku hin dagirkerên regez perist dib ,jin) .
Kurd û zimanê Kurd , bi hemû şêwezarên xwe ve , dayîn û berkêşanên çiyayên Kurdistanê ne  .
Ji mêj ve Kurd di quntar û pêxîlên çiyayên xwe de jiyane  .
Çendîn gel li van çiyayên lihevpêçayî bûne mêvan û çendîn jî li wan hêwirîne û bûne niştecî[5] ?!
Bêguman , ji roja ku ev çiya hebûn û berzûrî stêrên asîmanan dibûn. Kurd jî di himbêzên wan de bûn û berzûrî xwedawendên xewn û hêviyên xwe dibûn. Helbet , wê hingê , ne çiyayên Kurdistanê bi van navên xwe bûn û ne Kurd jî bi vî navê xwe bûn !
Bi dirêjahiya serdemên peyapey re dîrokê navûnîşanên xwe winda kirinê Dar û berên van çiyan , giyanberên wa û Kurdên wan jî navên xwe ji bîr kirin , tev ketin xilmaşa xewa giran…!
– Kî ne Kurd ?!
Bi dengvedana vê pirsê re Kurdan çavên xwe ji temara xewê vekirin û destên xwe li reh û kokên winda pelandin. Çi ket ber desttên wan pê mijûl bûn û li ser rawestiyan , çi di serên wan de berguman bû , lêvenerîn û geriyan , Lê bersivdana pirsê , herî ew dikişandin asoyên xwestek û xwezîniyên bêsînor !
a- Xwazyariyên hinek rewşenbîran li dîroka gelê Somerî hêwirîn û gumana wan , ew gihandin wê baweriyê ku Kurd ji bermayên Someriyan in û zimanê Somerî jî , wê baweriyê tekez dike  .
Bi sedema wê bawerî û hêviyên pê ve girêdayî jî , dû pirtûk sala (1999) ê hatin der :
1- Pirtûka Mes””””ûd Se””””îd Yasîn ku bi navê “Eger Somerî ne Kurd bin , ma gelo wê kî bin? (Duhok-1999)
-السومريون ترى من يكونون إن لم يكونوا أكراداً ؟!) – دهوك -1999
2- Pirtûka Murşid Elyûsif , bi navê “Domozî – Tawûsî Melek”(cihê çapê…1999)
-دوموزي –طاووسي ملك – … .1999
Ew her dû pirtûk jî bi zimanê Erebî hatine çapkirin. Her dû jî di heman sal de der çûne , digel ku ya yekem li parçeyê başûr derketiye û ya duwem li parçeyê rojava derketiye , lê naveroka her duwan jî derbarî têkilî û girêdana di navbera Kurd û Someriyan de ye. Her dû nivîserên wan pirtûkan jî , xwestine bidin xuyakirin ku Somerî pêşiyên Kurdan in , anku em Kurdên nuha jibermayên wan in .
beriya van her dû pirtûkan û piştî wan jî, gelek lêkolîn û gotar , derbarî Kurd û Someriyan , li ser rûpelên rojname û govaran belav bûne. Tevan jî ew girêdana di navbera zimanê Somerî û yê Kurdî de (nemaze ji hêla wan gotinên hevbeş kirine belge û pîvan, wek nimûne :

Somerî                                              Kurdî
-A                                                      Av , aw
-Agar                                                 Avgir
-Eşar                                        Veşare(veşartin)
-Ben                                         kole benî , kole
-Baran                                               baran
-Tî                                                     Tîr , tîrêj
-Tarî                                                  Tarî , reşî
-Dub-ba                                             Depp
-Dar                                                  Dar
-Bar                                                   Par (beş)
-Da                                                    Dest
-Go , god                                           Ga
-Gal                                                   Kal (pîr)
– Gûr                                                 Kûr , gor
– Şû                                                   Şû (mêr)
– Namîr                                   Nemêr(xesandî)
– Mê                                                  Mê
– Mûş                                                Mêş
– Kaka                                               Kaka , keka
-…
Gelek gotinên lêkdayî, hevok û derbirîn jî di navbera her dû zimanan ( Somerî û Kurdî) de hevbeş hene .
Hin guherînên denganî li hin bêjeyên wan derbirîn hevbeş xuya dibin , lê bi hêsanî ew hevbeşî berçav dibe, wek :
1- Somerî : “NÛ MÊ ŞÛ “.
Nû : ne , no , na
Mê : jin
Şû : Mêr
– Kurdî : ( Jin bê mêr e)
2- Somerî : “ARA XÛR XÛR TÊ NÛ ”
Ara : Ard  , Ar
Xûr : Hûr
Tê Nû : Tê nûkirin (tê kirin)
– Kurdî (Ard hûr hûr dike (dibe)ê
3- Somerî : (LO GAL BEND- DA ”
Lo : Mêr (baneşana navên nêr)
Gal : Kal , mezin, pîr
Bend-da : Pendiyar, zana
– Kurdî : (kalemêrê pendeyar)
Di pirtûka “Somer û Ekkad”de [6]ev evsaneya Somerî hatiye : “Rêvî ji jina xwe re got : Hilo, ez ê bajarê “Orokê”di nav diranên xwe de, wek pincarekî bihêrim, ez ê “kulabê”[7] weku pêlavekê bi lingê xwe ve girêdim û wê li pey xwe bikişînim ! Dema ku nêzî bajêr dibin kûçik (seh) pêjna wan dikin û direyin wanê Rêvî radiweste û berê xwe dide jina xwe û bi tirs dibêje : “Çimit mal, Çimit mal”, hêj em li derve ne êrîşî me dikin…)
Çimit : Biçim, biçimit, çim, çimit .
Mal : Mal
– Kurdî : (Biçim mal, biçim mal), (Çime…, çimit…)
Bi dîtina min, lihevhatina çend gotin û hevokan têra me nake ku em bibêjin, Somerî Kurd in, yan jî Kurd ji bermayên Someriyan in .
Ev rast e, lê pirsa li pey vê rastiyê jî ev e :
Eger girêdaneke regez, di navbera Kurd û Someriyan de nebe, gelo ev gotinên hevbeş ji kû hatine ?!
– Di navbera salên (2160-2110) yên BêZ Gotiyan desthilatiya xwe li herêma Mîzobotamya jêrîn kiriye û di navbera salên (1600-1200) ên B .Z Kasî li herêmê desthilatî kiriye . Ev her dû gelên dêrîn nişteciyên “Zagros”bûn û têkiliyeke dîrokî di navbera wan û Kurdan de hebû .
Vêca reng e ku ew bandora ziman, di wê qonaxê de bûbe .
– Dibe jî, ku ew bandor di rêçikên bazirganiya di navbera Somer, (li başûr) û nişteciyên çiyan (li bakûr) de bûbe .
Ji ber ku dîroknas, wê têkiliya bazirganî tekez dikin ku wê demê hebû .
– Li gora ku hatiye zanîn, Somerî jî “Arî”ne . (Hindo-Iranî) ne . Vêca, dibe ku ew bêje û gotinên ku di navbera zimanê Kurdî  û Somerî de hevbeş in, ji wê koka “Arî”, di nav her dû zimanan de mabin !
Li dûmahiya vê ronîkirinê em dikarin bibêjin, ev gotinên hevbeş, çilo hatibin, çawa bûbin, bila ew be, lê her, ne besî me ne ku em bibêjin, Somerî Kurd in, yan Kurd ji Someriyan in . Li vê gorê jî, ne durist e jî ku em bibêjin zimanê Kurdî jibermayê zimanê Somerî ye ! 
B- Hêviyên gelek ronakbîrên Kurd ew kişandin ezmûna bersivdana pirsên rewa û nerewa :
– Ma gelo, rast Izdî Zeradeştî ne ?!
Bêguman Izdî Kurdin û ji Kurdan jî yên herî resen inê Reseniya wan jî, ji parastina ola wan a dorpêç û dergirtî têê Vêca ku rast Izdî Zeradeştî bin ( wekî ku gelek rewşenbîr dibêjin), jixwe gelê Kurd jî, di serdemên berî Islamê de wê  Zeradeştî be . Ev jî tê wê wateyê ku zimanê Kurdî jî, wê jibermayekî zimanê wan Zeradeştîyan be . Ev bawerî di nav gelê Kurd (Musilman û Izdî) de, li gelek herêm û deveran belav bûye .
Mebesta me ji gotina “Zimanê Zeradeştî”ew zimanê ku pirtûka pîroz “Evista”pê hatiye nivîsîn . Bo vê egerê jî navê “Zimanê Evistayî”lê bûye û pê tê nasîn  .

[1] – ev pirtûk hîn ne hatiye çapkirin û weşandin
[2] – Mes’ûd Mihemed : Zimanê Kurdî. Bexda (1987) (Bi Erebî)
[3] – Dema koçkirina wan pêlên koçberan, bi hûrbînî nehatiye nasîn .
[4] – Dr. Ihsanyar Şatir : “Berçavkirina kurtedîroka ziman û Şêwezarên Iranî û Gorankariya wan.Tehran ”
-(إحسانيار شاطر : //عرض موجز لتاريخ اللغات واللهجات الإيرانية وتطورها// . مجلة الدراسات الأدبية- السنة الثالثة – العدد الثاني (1960)
ص165-166 – ترجمة وعرض : أحمد لوسياني – بيروت
[5]– Li gora dîtina pirraniya dîroknasan. Somerî di rêwîtiya xwe de demekê li çiyayên Kurdistanê mane, paşêçûne başûrê Iraqê. Lê (Gotî, Kasî Kardoxî, Hûrî, Mîtanî,Mîdî…) ji nişteciyên wan çiyan bûn….
[6] – W. Beşşûr : Somer û Ekkad- Şam (1998). Rû. (154-155)
– (وديع بشور : سومر وأكاد –دمشق /1998 ) ص154-155
[7] – Kulab : Tarek ji tarên “Orokê” ye

Deham Ebdulfettah


Şîrove bike li ser vê gotarê