Peyama Barzanî li ser rewşa Kobanî Peyama Barzanî li ser rewşa Kobanî
Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser rewşa Kobanî peyamek belav kir û banga li civaka navdewletî kir bi hewara Kobanî... Peyama Barzanî li ser rewşa Kobanî

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li ser rewşa Kobanî peyamek belav kir û banga li civaka navdewletî kir bi hewara Kobanî biçe.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di daxuyaniyekê de li ser rewşa herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ku ev çend roj in di bin êrişên giran ên DAIŞê de ye, ragihand, êriş û hovîtiyên DAIŞê li dijî Kobanî û Rojavayê Kurdistanê gef e li ser hemû gelê Kurdistanê.

Barzanî wiha got: “Êrişên DAIŞê li ser Kobanî şeref, kermaet û man û nema gelê me kiriye armanc.”

Serokê Herêma Kurdistanê ji hemû hêz û aliyên Kurdistanî xwest, nakokiyên xwe bidin aliyekî û keramet, xak û jiyana welatiyên Kobanî biparêzin.

Barzanî her wiha bang li civaka navdewletî jî kir bi hewara Kobanî biçe û hemû cure tedbîrên pêwîst bo parastina gelê Kobanî û Rojavayê Kurdistanê bigire.

مسعود البارزاني

Şîrove bike li ser vê gotarê