Rêkeftina Dihokê alozî xist navbera endamên ENKS’ê Rêkeftina Dihokê alozî xist navbera endamên ENKS’ê
BasNews/ Navenda Nûçeyan-  Aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê kar li ser cîbicîkirina xalên rêkeftina Dihokê dikin û alozî jî di nava ENKSê de derketiye li... Rêkeftina Dihokê alozî xist navbera endamên ENKS’ê

BasNews/ Navenda Nûçeyan-  Aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê kar li ser cîbicîkirina xalên rêkeftina Dihokê dikin û alozî jî di nava ENKSê de derketiye li ser diyarkirina 12 endamên wê ji bo Lêvegera Siyayî ya Kurdî de.

Rêkeftina Dihokê ya ku roja 22ê Cotmeha bûrî bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Tevgera Civaka Demokratîk (TEV–DEM) li bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê hatibû îmzekirin, tekez li ser sê xalan kiriye, ew xal jî evin: Pêkabnîna Lêvegereke Siysaî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, Berferehkirina Rêveberiyên Xwesriya Demokartîk da hemû alî beşdariyê têde bikin û Avakirina Hêzeke Leşkerî ya Hevbeş li Rojavayê Kurdistanê.

Niha jî li Rojavayê Kurdistanê her yek ji ENKSê û TEV–DEMê di nava xwe de kar li ser diyarkirina endamên xwe ji bo Lêvegera Siyasî ya Kurdî dikin, lê di nava ENKSê de alozî li ser vê pirsê derketiye, ji ber ku Partiya Demokrata Kurdistanê–Sûriyê (PDK–S) dixaze ji pişka ENKS “2 kursî jê re bin, lê aliyên din ên nav ENKSê de rijdin li ser wê yekê ku her aliyek dê tenê yek endamê wê di wê lêvegerê de hebe”, li gor ku Sekreterê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (el–Partî) Nesredîn Ibrahîm ji BasNewsê re ragihand.

Li gor rêkeftina Dihokê, Lêvegera Siyasî ya Kurd ji 30 endamî pêk tê ji wan 12 endam ji bo TEV–DEMê, 12 ji bo ENKSê û 6 endamên mayîn dê ji partî û aliyên li derveyî her du çarçoveyan ji aliyê her 24 endamên lêvegera navbûrî ve werin hilbijartin.

Derbarê birêveçûna karên diyarkirina 12 kursiyên ENKSê di lêvegerê de, Nesredîn Ibrahîm wiha got: “Îro civîneke ENKSê ji bo wê mebestê lidardikeve, kursiyên ENSKê jî dê bi vî awayî bin: 9 kursî ji bo partiyên siyasî, 1 kursî ji bo jinê, 1 kursî ji bo rêxistinên xortan û kursiyê dawî jî bo kesên serbixwe yên di nava ENKSê de be.”

Ibrahîm nevaşart ku niha hin alozî di nava endamên ENKSê de derketiye, ji ber ku PDK–S, ku di 4ê Nîsana bûrî de ji yekgirtina çar partiyên diyaî pêkahtiye, daxwaz dikir ku ew bi 4 endaman beşdarî Lêvegera Siyasî ya Kurdî bibe “Lê niha dibêje divê 2 endamên wê di nava lêvegerê de hebin, ev yek jî nayê qebûlkirin ji aliyê endamên din ên ENKSê ve, ji ber ku zêdekirina kursiyên PDK–S dê li ser hisabê aliyekî din ji ENKSê be.”

ENKSê di Cotmeh a sala 2011an de hatiye avakirin û ji 12 partiyên siyasî yên Kurdî, hejmarek rêxistin û hevrêzên ciwanan, nûnerên jinan û nûnerên kesên serbixwe pêk tê dihat, lê piştî damezrandina PDK–Sê, ji yekgirtina 4 partiya, hejmara partiyên siyasî di nava encûmena navbûrî de bû 9 partî.

Li gor ku Sekreterê el–Partî daye zanîn, di demek nêzîk de wê civînek di navbera ENKS û TEV–DEMê de were lidarxistin, ji bo ku her aliyek navê endamên xwe di Lêvegera Siyasî ya Kurdî de pêşkêş bike û her 6 endamên mayîn jî helbijêre û “Lêvegera Siyasî ya Kurd were avakirin.”

Dema ku hatiye diyarkirin ji bo cîbicîkirina rêkeftina Dihokê 2 meh in, lê heta niha nêzîk 19 rojan derbasbûye û hê ti gaveke berçav ji bo cîbicîkirina rêkeftina navbûrî nehatiye dayî, Nesredîn Ibrahîm jî hêvî xwet ku ew karibin di dema diyarkirî de hemû xalên rêkeftinê diyar bikin.

Pêwîstbû ku komîyteyên hevbeş di navbera her du aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de hatiba pêkanîn, lê Sekreterê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (el–Partî) aşkere kir ku “Ew komîte wê ji aliyê Lêvegera Siyasî ve werin pêkanîn.”

Diyako Murad

نصرالدين

Şîrove bike li ser vê gotarê