Nesredîn İbrahîm : `Gelê kurd ketiye qonaxa rizgarî û azadiyê` Nesredîn İbrahîm : `Gelê kurd ketiye qonaxa rizgarî û azadiyê`
Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdî – Sûriye (PDK-S) İbrahîm dibêje: “Tu kes êdî nikare rêkeftina Dihokê xira bike, ji ber ku hemû tevger û... Nesredîn İbrahîm : `Gelê kurd ketiye qonaxa rizgarî û azadiyê`

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdî – Sûriye (PDK-S) İbrahîm dibêje: “Tu kes êdî nikare rêkeftina Dihokê xira bike, ji ber ku hemû tevger û partiyên kurdî li Silêmanî û Hewlêr û Qendîl ev rêkeftin pîroz kirin û piştgiriya xwe ji bo berxwedana Kobanê û Rojava dan. Bila gelê Kurd dilxweş be, ji ber ku serok Barzanî û Qendîl bi hemû hêza xwe li piştevaniya vê rêkeftinê ne”.

Nesredîn İbrahîm, serkreterê Partiya Demokrat a Kurdî – Sûriye, di hevpeyvîna xwe de li gel peymanêrê Dengê Rûsya Sûltan Temo, civîna Dihokê nirxand:

Civîna Dihokê bi daxwaza serok Barzanî çêbû
Sekreterê PDK-S Nesredîn İbrahîm dibêje, ENKS û TEV-DEM li ser daxwaza serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li Dihokê li hev civiyan. Di civînê de, ku 9 rojan dirêj kir û di bin çavdêriya serok Barzanî de û bi piştevaniya KCK birêve çû, sê xalên bingehîn hatin gotûbêj kirin: “Xala yekemîn avakirina Lêvegereke Siyasî; xala duyemîn rêvebiriya xweser; xala sêyemîn jî berevanî û parastina Rojavayê Kurdistan bû. Sedema dirêjkirina civîna Dihokê jiö lêgerîna rê û rêbazên pêkanîna vê rêkeftinê bû”.

Êrîşên DAIŞ û bereyên terorê îradeya gelê kurd hedef digrin
Nesredîn İbrahîm bal kişand ser qonaxa ku civîna Dihokê tê de pêk hat û diyar kir ku qonaxa iro, qonaxa pêkanîna rizgariya netewa Kurd û azadiyê gelê Kurd e. Îbrahîm dibêje: “Ev êrîşên DAIŞ û bereyên terorê û nijadperestên Ereb îradeya gelê Kurd hedef digrin û dixwazin vê xewna Kurda bifetisînin. Rast e êrîş li ser Kobanê û Hewlêr çêbû, lê heger karîbana, wê êrîş birbana ser Amed û Mihabad jî”.

Hewlêr û Qendîl li pişta rêkeftina Dihokê ne
İbrahîm dibêje, rêkeftina Dihokê wê ne mîna rêkeftina Hewlêrê be: “ Tu kes êdî nikare rêkeftina Dihokê xira bike, ji ber ku hemû tevger û partiyên kurdî li Silêmanî û Hewlêr û Qendîl ev rêkeftin pîroz kirin û piştgiriya xwe ji bo berxwedana Kobanê û Rojava dan. Bila gelê Kurd dilxweş be, ji ber ku serok Barzanî û Qendîl bi hemû hêza xwe li piştevaniya vê rêkeftinê ne”.

PDK-S ya baskê Hekîm Bişar doza çar kursiyan dike
Sekreterê PDK-S diyar kir ku, ji bo pêkanîna rêkeftina Dihokê di nava ENKS de tu problem tune ye. Ew di nav hewildanekê de ne ku 12 endamê xwe ji bo Lêvegera Siyasî bidin diyar kirin: “Encûmen ji 9 parti û her wiha sê pêkhateyên din: jin, hevrêziyên Ciwana, kesayetên rewşenbîr û serbixwe. Bi vî rengî dibin 12, lê baskê PDK-S yê girêdayî bi Hekîm Beşar doza çar kursiyan dikin, ji ber ku ew çar partî bûne yek. Belam di civîna dawî de daketin du kursiyan. Em bi hêvî ne ku hevalên me yên PDK-S, vê qonaxa dîrokî di ber çav re derbas bikin û bighên biryarek rast”.

Em ne bi avakirina du hêzên leşkerî re ne
Nesredên İbrahîm li ser berevanî û parastina Rojavayê Kurdistanê jî weha diaxive: “ Em rêz ji bo berxwedana YPG digrin. Ji bo damezrandina hêzeke leşkerî ya neteweyî, komîtek hevbeş a ji Lêvegera Siyasî wê bi fermandariya YPG re bicive û ji bo şêwaza yekkirina hêza leşkerî komîtek pispor were avakirin. Em nezxwazin ku li Rojava du êzên leşkerî yên cuda hebin”.

Dengê Rûsya

نصرالدين

Şîrove bike li ser vê gotarê