Wêjeya kurdî Wêjeya kurdî

Wêjeya kurdî

Kultur May 12, 2016 admin 0

Wêjeya Kurdî, di dîroka gelê kurd de jî demên herî girîng e, pênase wêjeyê: Em dikarin bêjin ku ew hemû berhemên nivîskî ku kurdî... Wêjeya kurdî

Wêjeya Kurdî, di dîroka gelê kurd de jî demên herî girîng e, pênase wêjeyê: Em dikarin bêjin ku ew hemû berhemên nivîskî ku kurdî hatine nivîsîn, Ku ew li ku hatiye dîtin nivîsandina berhemên wêjeyî yên Kurd bi her çar zaravayên sereke (Zazakî, Goranî, Kurmancî, Soranî). Di Wêjeya kurdî de nivîs, helbest, herweha çîrok, roman, şano û rexne hen e. Metelok, Gotinên Pêşiyan û rêçe, Helbet hemû be zimanê kurdî hetina nivîsandin.

* Cureyên wêjeya kurdî *


 :Zazakî – Wêjeya Kuranî #

– Yek ji berhemên wêjeyî ya yekem ku bi zimanê kurdî hetya nivîsandin ew helbest bû ji sedsal (7) ne. û Ew zaravê hurmaniye hetiya nivîsandin. û ew helbest li ser dagîrkirina misilman dipeyive, û sernivîsa wê helbestê “Hurmizgan” e.

– Bibîr bînin, hin ji hozanên û nivîskarên zimanê Goranî yê ku bi nav û deng (farsîn dinurî, mustafa bisaranî, mhemed kandulî, xana Qubadî, şeyda Hewramî)

– Hêjayî gutinê y: Zazakî û Goranî ew zimanên edebî li gelek devran mîna Kurdistana Iraqê, Îranê û Tirkiyeyê dihate bikaranîn.

 

 :Wêjeya Soranî #

– Berhemên wêjeyî di Soranî tenê di dawiya sedsala 18’an û destpêka sedsala 19’an de xuya bû. (Nalî) yekem Helbest bi vî zaravî nivîsand, Û piştî wê (Şêx Raza Talebanî) Û (Hacî Qadirê koyî) pê nivîsandin. Tevî ku di dawiya salên destpêka xwe de. Wêjeya Soranî pêşket Bi taybetî di dema destpêka sedsala 20an de, Piştî Soranî wek naskirina mezin ya Kurdan li Kurdistana Iraqê ye.

– Bibîr bînin, hin ji hozanên Soranî yên be nav û deng (Abdullah Goran – damezrênerê ayeta helbesta azad, bi zimanê kurdî) – (Şêrko bêkes: helbestvanê Enfalê ye).

 

 :Wêjeya Kurmancî #

– Ji berhemên herî girîng ên ku ji bo wêje Kurmancî, trajîdiya (Mem û Zîn) e ya ku Ehmedê Xanî (1651-1707) ew nivîsand. Ev çîroka evîneke mezin bû, ku di dawiyê de mem dimerec û zîn ji gêhê wî, lic kêleka hev hatin Veşartin. û ji berhemên din yê ku girêdayî be Wêjeya Kurmancî ne: karê olî yê Êzîdî, Ev di formê kevneşop Kurmancî de, Ku ew di wextekî di sedsala 13’an de hatiye nivîsîn. û li gorî dîroka edebiyatê, Ev hate gotin ku ji aliyê (Şêx Hesen) ve hate nivîsîn. Û rola girîng yên ji her du helbestvanên ku roleke mezin di pêşxistina wêjeya Kurdî de leyistine (Faqê Teyran – Malayê Jizirî) ji bîr nekin.

– Bibîr bînin, hin ji hozanên û nivîskarên Kurmancî yê ku bi nav û deng in (Eli herêrî, Ehmedê Xanî (Mem û Zîn), Malayê Jazirî (Helbestvan Sufi navdar), Ismail bayezîdî (nivîskarê ferhenga Kurmancî -Erabî – Farsî – ji bo zarokan).


 

:Wêjeya Kurmancî ye nûjen #

yekem rojnameya Kurmancî bi navê <<Kurdistan>> li Qahîreyê di sala 1898 hate weşandin. Rola Kurd li Yekîtîya Sovyetê ji bîr nekin, tevî hejmara wan kêm bû. Û yekem alfabeyên kurdî latînî, ye ku ji aliyê helbestvan û nivîskar (Mîrc Geladt Ali Badraxan) heta çikirin.

– Û ji kesayetên sereke yên wêjeya kurdî Kurmancî jî (Mela Ehmed Namê, Qedrî Can, Osman Sabrî, Ceger xwîn, Salim Berkat) e.

 * Helbestvan û nivîskarên kurd di sedsala bîstan de *

emê hinakan ji wan bêjin (Tofîq beg mehmud axa, Geladt Ali Badraxan, Ereb şamilof (Erebê şmo), Ceger xwîn, Ebdullah Goran, Osman Sabrî, Hêmn Mukryanî, Şêrko Bêkes, Cemal Nebez, Latif Helmt, Ebdullah Pêşew, Rafiq Sabrî û mehemed ozon) e.

 

Hisên El Sîno

|| Kovara Welat: Hejmar || 28

Hûsên Al Sîno

Şîrove bike li ser vê gotarê