Jiyana Zarokan Di Şoreşa Sûryê de Jiyana Zarokan Di Şoreşa Sûryê de
Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve, zarokên Sûriyê bûne parçeyekî bingehîn yê şer bi rêya temaşkirina nûçeyên Şoreşê ku kete sala xwe ya şeşan de,... Jiyana Zarokan Di Şoreşa Sûryê de

Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve, zarokên Sûriyê bûne parçeyekî bingehîn yê şer bi rêya temaşkirina nûçeyên Şoreşê ku kete sala xwe ya şeşan de, ji aliyekî din ve, ezmûnên wan bi hemû cureyên çekan re, ta asta ku ew navê balafir û tankan dizanin, herweha Sloganên li kolanên Sûriyê derbasî jiyana zarokan ya bêguneh bûne.

Zarok, îdî li vî welatî, jiyana zaroktiya xwe jibîr kirine, xew di serê xwepêşandanan de dîtin û hinek ji wan di rûniştin û civatên hevrêzên ciwanan de beşdar dibûn. Ew zarokê ku şer dikir ji bo rakirina qedexeyan ji ser ger û liva wî. xema wî yê sereke ku kengî roja Înê bê ji bu ku dekeve kolanê. Malbatên van zarokan xwe nedikirin asteng li pêşiya xwestekên wan. li piştguhkirina rewşa wan berdewam bû ku li ber televizyonê diman, ranediketin û li nûçe û dîmenên xwîn û tirsê temaşe dikirin, wê piştguhkirinê rolaek gelekî xerab lîst û encamine nebaş di jiyana zarokan de derxistin. tevî wê, zarok li Sûriyê bi giştî û zarokê kurd bi taybetî, jiyana xwe normal dibînin, xwe li hemû bajarên Sûriyê didîtin kesên herî giranbuha di şoreşê de.

bê guman, diyardeya ku zarok ji zarokatiya xwe dûr ketine, bobelateke mezin e, zarokatiya xwe ji bîr kirin û bi demê re, dibe bandoreke neyînî li ser jiyan kesayetiyên wan bike, ev in rewşên ku ji bo destêwerdana jiyana zarokan bûne sedem, carina bi mebesta ku rêya rast bidin ber wan, lê bila kesên baweriyê bi vê ramanê tînin, bînin bîra xwe û vegerin zaroktiya xwe, da ku dûrî jiyana şer, rastiya zaroktiyê bibînin.

Tevî ku derengî cihê xemsariyê ye, lê belê hin rêxistinan, bi dest bi Çalakiyên ji bo zarokan kerin. bi taybetî li bajarê Dirbêsiyê daxvim, rêxistinên guhdanê bi zarokan ava bûn, weke rêxistina “Roka zaroktiya – Şems” ye guhdana zaroktiyê. wê rêxistinê bi lez roja 31/3/2016 an, Çalakiya xwe yekemîn lidarxist, şahiyeke xweş li navenda encumana herêmî ya bajarê Dirbêsiyê (encumana pakerwan Ciwan Qutna) çêbû. Wê şahiyê, bi rêya reqs û stranên zarokan, ew hinekî vegerandin zaroktiya wan, li dawiyê rêxistina “şems” diyarî ji bo zarokan belav kirin û bi kêfxweşiyeke mezin roja xwe derbas kirin, rêxistina “şems” soz da zarokan ku wê ji bo wan, bi gelek Çalakiyan rebe, çimkî “Şems” ji bo wan hetiye avakirin

Di dawiyê de, pêdiviya zarokan bi gelek çalakiyên wiha heye, çi ji aliyê vê rêxistinê be yan jî hineke din bin, da ku zarok bikaribin zaroktiyê bijîn û ji nûçeyan, tirs, xwîn, û guleyan dûr bikevin

 
Hisên Al Sîno
Kovara Welat: Hejmar || 29 ||
Hûsên Al Sîno
 

Şîrove bike li ser vê gotarê