Huner li bajarê Dirbêsiyê Huner li bajarê Dirbêsiyê
Di vî bajarokê biçûk de, mîna hemî bajarokên kurd kir, dibe ku ji wan zêdetir jî kiribe. Bajarê “Dirbêsiyê” bi spehîbûn û bêdengiya xwe... Huner li bajarê Dirbêsiyê

Di vî bajarokê biçûk de, mîna hemî bajarokên kurd kir, dibe ku ji wan zêdetir jî kiribe. Bajarê “Dirbêsiyê” bi spehîbûn û bêdengiya xwe navdar e, ku be ser parêzgeha Hesiçayê ve ye, dora”70 K.M” î ji parêzgehê û sînorê Turkiyê dûr e, tenê Tramê û Têla direh Dirbêsiyê û Turkiyê ji hev cuda dike, ev têl kurdistanê jî ji hev veqetîne, bajarê ku bi çandinî yê jî navdar e, Bajarê sunabilê genim ê zêrîn Û pembûyê sipî, keyanî ya buharê (çolbestan û Kebzê kîkan).

Di vî bajarê navbûrî de û di meydana hunera kurdî de, gelek navên mezin, çi ji aliyê Stranbêjiyê ve û herwiha jî Hunera nîgarkêşî û şêwekarî di asmanê wî de çirisîn.

Berî ku em navên ên ku di çarerçewa hunerê de bi tevayî di xebitin bînin zimên,emê hinekî li ser hunerê baxavin.

Li vî bajarî huner roleke sereke di jiyana mirovan de leyistiye, Ku çîrokên dîrokî yên gelê Kurd di riya hunerê re bo şêniyan hatin veguhestin, herwiha destanên lehengî û mêrxasiya kurdan, li ber nifişê nû daniye, bi taybetî jî li ser serhildanên kurd û rêberên kurdan û şervanên Kurd yên ku de qada Şer û têkoşînê de qehremaniyên bêhempa xêzkirine û zordarî û bobelatên ku be ser her çar parçeyên Kurdistanê qewimîne di rêya hunerê diyar û berçav bûye.

Huner pênasiya gelan, û Hunera Kurdî taybetiyê wê heye, (Bêparkirin, sitemm, koçberî û kuştin ….) tevî êş û azaran jî, muzîka kurdî xweştirin muzîke, û hunermendên şêwekar parçeyekî bingehîn ji hunera kurdî, wan bi tabloyên xwe trajediya gelê kurd, û li ser xewna dewleteke serbixwe û azadiya kurdistanê, birîna gelê kurd û trajediya salan û salan neqşandine.

Navên hin ji hunermendên (Dengbiî) ji bajarê Dirbêsiyê: Li ser serê wan, hunermend û bestekar “Mohammad ali Şakir”, “Remezan Necim Omrî” dengê çiyayê wek çiyayê Kurdistan ku hunermendê pêşî bû distrand li ser çûna Barzaniyê nemir (Barzanî ji vê jîyanê barkêr), “Mehmud Azîz Şakir” xwediyê stranên herî xweş jî di nav de (Gûlizar – Rêwiyo),”Gulistana Sobari” (Qamişloka Evinê), “Mizgîn tahir” opera ye kurdî, ”Beşîr – Hassan – Husên Salih – zibir Salih’’ ku dawetan Kurdên li herêmê rengekî din hatin dayîn, û nifşê niha bi kurtî ”Montaser Saleh, Behcet Eli, Ronîcan Hisso, Zuhêr Eli, Ehmed Silo, Dilocan û Mihemed Şêxmûs) e.

Hunermendên şêwekar em dikarin navên hinan ji wan bêjin, ku ketine di lîsteyê Hunerê ya Navnetewî û navdaran de: “Beşar el-îsa”, ”Kito El sîno”, ”Ibrahîm el-Heyderî”, “Cemal Ebdo”, “Ebdo Xizêm”, “Mahîn Şêxanî”, “Munîr Şêxê”, “AriŞvîn Mîka’îl”, “Luqman Ehmed”, “Kidyano Eliko”, “Alan Mîro”.

Di dawiyê de li bajarê Dirbêsiyê hîna xebata hunerê berdewame, digel lêbûrênê ji hunermendên ku min navên wan ji bîr kirin.

 
Hisên Al Sîno
 || Kovara Welat: Hejmar || 30
Hûsên Al Sîno

Şîrove bike li ser vê gotarê