Nirxê peran li Bajarê Dirbêsiyê Nirxê peran li Bajarê Dirbêsiyê
Rewş li bajarê Dirbêsiyê her diçe xerabtir dibe, bi taybetî rewşa aborî ya ku rewşa herî girîng e, Sedema wê jî, şoreşa Sûryê y,... Nirxê peran li Bajarê Dirbêsiyê

Rewş li bajarê Dirbêsiyê her diçe xerabtir dibe, bi taybetî rewşa aborî ya ku rewşa herî girîng e, Sedema wê jî, şoreşa Sûryê y, Ku em dikarin wê niha bêjin, ku krîza Sûryê, û Felaketa ku li welat çêbû, bandora xwe ji hemî aliyan veli herêmê kir, bi taybetî jî Dirbêsiyê, Di vê raporê de emê li ser pereyan û buhayê zêr li bazara bajarê Dirbêsiyê baxivin, Ku bûye parek mezin ji jiyana welatiyan, ku deqqe be deqqe dide pey nûçeyên wê.

Ji beriya destpêka şoreşa rûmet û azadiy li Sûriyê pêkekve, nerxê perên (xerîb) ne xirab bû, ku dolar ji 45 ta 47 (L.S) dihate firotin, ango her dolarek be 45 ta 47 lîreyên sûrî bû. Lê belê şerê li Sûriyê qewimî, Buhayê giha radeyeke bilind û ji hişder

Eger Dolar an Yoro û zêr roj bi roj gelekî bilind dibe, beramberî wê nirxê lîreya sûrî ya herî kêm û nizim dibe. Ev nizmibûn bandorê li jiyana welatiyan dike, bi taybetî jî yên ku dolar ji derve re ji bo zarokên xwe bişîne, bi taybetî yên ku xwendekarên li derveyî welêt hebin, piri zehmet û dijwar e, ev ji aliyekî, Lê belê li aliyê din jî, welatiyên ku di bajêr de yên ku pere ji wan re ji derve re tên wek (dolar – yoro) sûdeke mezin jê tê wergirtin, Ji ber ku nirxên wan bilinde li hemberî lîreya Sûrî, ye Sûriyê, Tevî vî yekê jî rewş dijwar e buhabûneke bê sînor û hevsar di herêmê de ye, Lê belê şandina dolar ji derve gelek çêtir e.

Korsê pereyan her diçe bilindtir dibe, wek ku krîza dereng e, û di berdewam kirina xwe de, zehmetî ji bo welatiyên bajarê Dirbêsiyê çê dibe, bê guman welatî wê nikeribin jiyana xwe di bajêr de berdewam bikin, û ji bilî koçberiyê tu rê li pêşiya wan tune ye.

Di dawiyê de emê nirxên pereyên bianî li hemberî lîreya Sûrî buhayê di vê meha dawî de diyar bikin: Dollar: Firotin 603 (l.s) – kirrîn 606 (l.s) Yoro: Firotin 665 (l.s) – kirrîn 670 (l.s) Lira Tirkiyê: Firotin 200 (l.s) – kirrîn 203 (l.s) zêr: 20400 (l.s).

 
 
Hisên Al Sîno
|| Kovara Welat: Hejmar || 31
Hûsên Al Sîno

Şîrove bike li ser vê gotarê