Pêşmerge û hêzên Iraqê dest bi paqijkirina Hemrîn kirin Pêşmerge û hêzên Iraqê dest bi paqijkirina Hemrîn kirin
Îro Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê li Deşta Hemrînê dest, bi paqijkirina wê navçeyê ji terorîstên DAIŞê kirin. Berpirsekî PDKê jî dibêje, piştî şikestina... Pêşmerge û hêzên Iraqê dest bi paqijkirina Hemrîn kirin

Îro Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê li Deşta Hemrînê dest, bi paqijkirina wê navçeyê ji terorîstên DAIŞê kirin. Berpirsekî PDKê jî dibêje, piştî şikestina wan li Feluca, hejmarek terorîstên DAIŞê xwe gihandine Deşta Hemrîn.

Berpirsê Rêxistinên PDKê li nahiyeya Qeretepe Kemal Îbrahîm ji malpera KDP.info re ragihand: “Piştî şikestina çekdarên DAIŞê li navçeya Feluca niha hejmarek çekdarên wan gihîştine sînorê Qeretepe û Deşta Hemrîn, ku tê texîminkirin hejmara wan nêzîkî 100 çekdar be û çekên cuda bi wan re ne û car bicar karê terorîstî li navçeyê dikin.”

Îbrahîm wiha got: “Duhî hêzeke mezin a hêzên ewlehiyê û Artêşa Iraqê gihîştin sînorê nahiyeya Qeretepe û îro bi alîkariya Hêzên Pêşmerge dest bi paqijkirina wê navçeyê kirine û ew operasyon hevbeş e, ji ber ku hêzên Iraqê bê Pêşmerge nikare wî karî bikin.”

hamrin__2016_06_25

Şîrove bike li ser vê gotarê