!Kurdî ji Farsî kevntir e !Kurdî ji Farsî kevntir e
Nivîskar û parêzer Necat Zivingî  da zanîn ku zimanê kurdî ji yê farsî kevntir e û di vê yekê de ti nîqaş nîn e.... !Kurdî ji Farsî kevntir e

Nivîskar û parêzer Necat Zivingî  da zanîn ku zimanê kurdî ji yê farsî kevntir e û di vê yekê de ti nîqaş nîn e.

Zivingî eşkere kir, “Her çiqas bandora farsî hebe jî çarîneyên Baba Tahir bi kurdiya lorî ne. Mînorskî jî vê yekê piştrast dike.”

Nivîskar, alfabeyên kurdî yên beriya îslamê destnîşan kir û got, “Li Hewramanê di şikeftekê de 3 kîtabe yên li beriya mîladê hatiye nivîsandin, hatiye dîtin. Yek ji van bi elfabeya aramî, du heb jî bi elfabeya yûnanî ne.”

Necat Zivingî bersiva pirsên Rûdawê da.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

?Edebiyata nivîskî ya kurdî kengê dest pê kir

Pêvajoya zelalkirina dîroka edebiyata kurdî berdewam e. Lewra heta niha bi piştgiriyeke xurt û hêzdar lêkolînên pêwist nehatine kirin. Ligel vê yekê, di destê me de agahiyên hêja û dewlemend hene.

Di sala 1909an de li Hewramanê di şikeftekê de 3 nivîstek/kîtabe hatin dîtin. Yek ji van bi elfabeya aramî, du heb jî bi elfabeya yûnanî hatibûn nivîsîn. Lêkolîner Minss û A. Cowley li ser van nivîstekan xebitîn û derket holê ku yek ji wan 88 sal, yek 22 sal, a din jî 11 sal berya mîladê di dema Eşkaniyan de hatiye nivîsîn. Ev nivîstek bi kurdiya hewramî ne.

Ligel van, elfabeya Pînoşad û Masî-Soratî tê zanîn ku bi vê elfabeyê hinek berhemên kurdî beriya îslamê hatine nivîsîn.

Herwiha, bi rêk û pêk edebiyata kurdî bi çarîneyên Baba Tahirê Uryan (937 – 1010) dest pê dike.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

?Yekem nivîsên edebiyata nivîskî ya kurdî bi çi zaravayî ne

Eger em nivîstêkên hewramanê wekî berhemên edebî binirxînin, edebiyata kurdî ya nivîskî bi hewramî dest pê kiriye. Piştî vê, di sedsala dehan de Baba Tahirê Uryan (937 – 1010) helbestên xwe bi kurdiya lorî nivîsîne.

Di serdema Îslamê de, edebiyata kurdiya hewramî û lorî di derdora sedsala heşt û nehan de dest pê kiriye. Edebiyata kurdiya kurmancî di derdora sedsala şanzdehan de, kurdiya soranî di derdora sedsala nozdehan de, kurdiya zazakî jî di sedsala bîstî de dest pê kiriye.

 

 

 

 

 

 

 

 

?Edebiyata kurdî kevn e an a farsî

Wekî ziman, kurdî ji farsî kevintir e. Di vê de nîqaş tune ye. Lêbelê edebiyata farsî ji ya kurdî kevintir e.

Her çiqas bi rêk û pêk, edebiyata kurdî bi Baba Tahirê Uryan dest pê kiribe û ew beriya helbestvanê farsan ê neteweyî Firdewsî (940 – 1020) be jî, piştî wî nayê zanîn ku edebiyata kurdî domiyaye. Lê edebiyata farsî di sedsala 11an de dest pê kiriye û her ku çûye pêş ketiye.

 

 

 

 

 

 

 

Bi gelemperî di nava civakê de edebiyata klasîk a farsî gelekî dewlemend tê zanîn û xelk li ser vê rastiyê hemfikir in. Çima edebiyata kurdî di bin siya wan de maye? Ma berhemên nivîskarên klasîk ên kurdî ne hêja ne?

Piştî misilmanbûna kurdan, ji sedsala 7an heta sedsala 10an berhem nehatine nivîsîn. Di vê serdemê de, di cîhana îslamê de zimanê serdest di her warî de erebî ye. Di serdema dewleta Tahiriyan (821 – 873) de farsî derdikeve pêş. Di dewra dewleta Saffariyan (861 – 1003) de berhemên bi zimanê farsî têne nivîsîn.

Lêbelê, ji bilî helbestên Baba Tahir heta sedsala 16an berhemên kurdî nayên zanîn. Her çiqas dewletên kurdan ên wekî Rewadî (845 – 1222), Hesnewî (942 – 1015), Şeddadî (952 – 1072), Merwanî (983 – 1085), Fedlewî (1156 – 1424) û Eyyûbî (1172 – 1287) hatibin jî, zimanê kurdî nebûye zimanê nivîs û edebiyatê û li paş maye. Zana û helbestvanên kurd berhemên xwe di vê serdemê de bi erebî nivîsîne.

Di vê serdemê de behsa helbestvanên wekî Baba Rax Hemezanî (mirin: 848), ‘Ebdussemed Babek (972 – 1019a), Yaqûb Begê Zirqî (mirin: 579) û Baba Serhengê Dewdanî (1007) hatiye kirin ku bi kurdî nivîsîne. Lêbelê helbestên wan heta niha nehatine peydakirin.

Yekem kesê ku jiyan û helbestên wî bi awayekî berfireh gihîştine roja me Baba Tahirê Uryan e. Baba Tahir, di sedsala Xan de bi kurdiya lorî nivîsîye. Lê piştî Baba Tahir edebiyata kurdiya lorî jî bi pêş neketiye.

Berhemên edebiyata kurdî ya klasîk zêrîn in û beranberê berhemên farsî ne. Lê ji ber piştî yên farsî derketine holê û heta niha jî ji piştgiriya dewletekê mehrûm in, kurdî di bin siya farsî de maye.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

?Lorî zaravayeke kurdî ye, em çawa dikarin vê yekê piştrast bikin

Bi giştî zana û nivîskarên kurdî, lorî wekî zaravayeke ji zarayên kurdî hesibandine. Merûf Xeznedar kurdî zaravayên kurdî dabeşî sêyan kiriye: Kurdiya Kurmancî, Kurdiya Goranî-Zazakî û Kurdiya Lorî. Di pir çavkaniyên dîrokî de jî lorî yek ji zaravayên kurdî tê qebûlkirin. Hemedan a ku navenda herî giring a loristanê ye, di dîrokê de bûye paytextê Medan.

Di Şerefnameya (1597) Şerefxanê Bedlîsî de jî lor yek ji ‘eşîrên kurdan hatiye qebûlkirin..

 

 

 

 

 

 

 

Bi zimanê rûbaiyên (Çarîne) Baba Tahirê Ûryan, em çawa dikarin bibêjin ku ew kurd e, ji ber ku fars dibêjin ew kurd nîn e?

Her çiqas bandora farsî hebe jî çarînên Baba Tahir bi kurdiya lorî ne. Mînorskî jî vê yekê piştrast dike. Lê, nusxeyên cuda yên çarîneyên wî hene. Îhtîmal e ku nivîskarên nusxeyan li gorî farsî hinek guherandibin, pir e.

Çarîneyên Baba Tahir ji farsiya îro cuda ne. Ji ber hindê fars wê wakî farsiya kevn dihesibînin. Farsiya herî kevn Firdewsî ye û ew jî hemdemê Baba Tahir e. Lê zimanê wan jî ji hev cuda ne. Eger teza farsiya kevn rast bûna, divê farsiya Şehnameya Firdewsî jî bi wî zimanî bûna.

Ligel vê mirov dikare her du zimanan bide ber hev û cudahiyan nîşan bide. Lêbelê ew jî karekî berfireh û cuda ye û ciyê wê jî ne ev der e.

 

 

 

 

 

 

 

POTRE/Necat Zivingî

Di sala 1982yan de, li Gundê Zivinga Hebizbiniyan ji dayik bû. Piştî 6 – 7 salên xwe li gund derbas kir, malbata wî bi mecbûrî koçî bajarê Êlihê (Batman) kir û heta zanîngehê li Êlihê ma.

Di sala 2002yan de çû “Zanîngeha Kocaelî” û li wir “Fakulteya Huqûqê” xwend. Di sala 2007an de çû bajarê Amedê û dest bi parêzeriyê kir. Heta sala 2009an li ser medreseyên Kurdistanê lêkolîn kirin. Ev lêkolînên xwe di rojname, radyo û televîzyonan de pêşkêş kir. Di sala 2009an de çû bajarê Stenbolê û li wir parêzerî kir.

Di weşanên cuda de bi navê xwe û bi nasnavên cihê, gotarên Kurdî û Tirkî nivîsand. Damezrêneriya kovareke kurdî kir û 3 salan weşankariya wê meşand. 2 salan di televîzyonan de bernameyên çandî û olî pêşkêş kir.

Li Zanîngeha Artûkluyê ya Mêrdînê û a Alparslanê ya Mûşê di beşa ziman û çanda Kurdî de lîsansa bilind kir. Li Zanîngeha Anadoluyê beşa civaknasiyê (sosyolojî) xwend. Heta niha 5 berhemên wî yên Kurdî hatin çapkirin.

 

:Berhemên wî

1-Zembîlfiroş, 2012

2-Dîwana Mela ‘Elî ‘Ilmî, 2012

3-Helbestên Azadiyê, 2014

4-Stêrkên Edebiyata Kurdî, 2014

5-Evdirehîm Rehmî Hekkarî, 2015

RÛDAW/TAYBET

227031Image1

Şîrove bike li ser vê gotarê