PDKÎ: Referandum mafê Başûrê Kurdistanê ye PDKÎ: Referandum mafê Başûrê Kurdistanê ye
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand ku ew piştgiriyê li referanduma Başûrê Kurdistanê dikin bo diyarkirina çarenivîsa xelkê Başûr. Endamekî Polîtburoya wê partiyê... PDKÎ: Referandum mafê Başûrê Kurdistanê ye

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand ku ew piştgiriyê li referanduma Başûrê Kurdistanê dikin bo diyarkirina çarenivîsa xelkê Başûr. Endamekî Polîtburoya wê partiyê jî dibêje em pişta xelkê Başûr digirin, ji ber ku ji mafê wan e wê referandumê bikin.

Rostem Cîhangîrî Endamê Polîtburoya Endamê Polîtburoya PDKÎ ji malpera KDP.info re ragihand: “Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê piştevaniyê li daxwazên rewşa yên hemû perçên Kurdistanê dike ew jî bo bidestanîna mafên rewa yên gelê kurd bi taybetî ew pirosaneyên ku hizib û xelkê Herêma Kurdistanê mafê wan ê biryardanê li ser heye û bi mafê xelkê Kurdistanê dizanin.”

Cîhangîrî wiha got: “Referandum mafê rewa yê hemû gelên cîhanê ye û welatiyên Herêma Kurdistanê mafê wan ê rewa ye ku biryarê li ser çarenivîsa xwe bidin û em piştgiriyê li vî mafê kurdan li perçên din ên Kurdistanê jî dikin û piştgiriyê li wan dikin eger daxwaza referandumê bikin ji ber ku tek çareserî ye bo yekalîkirina pirsgirêka kurdî ye bo bidestanîna mafê netewî yê wan.”

Iraqi Kurdish protesters wave flags of their autonomous Kurdistan region during a demonstration to claim for its independence on July 3, 2014 outside the Kurdistan parliament building in Arbil, in northern Iraq. The Kurdish leader, Massud Barzani asked its parliament to start organizing a referendum on independence. AFP PHOTO / SAFIN HAMED

Şîrove bike li ser vê gotarê