Kurdistan û Amerîka protokoleke leşkerî îmze kirin Kurdistan û Amerîka protokoleke leşkerî îmze kirin
Bi çavdêrî û amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di  navbera Hewlêr û Washingtonê de protokolek leşkerî hat îmzekirin û li gor vê protokolê... Kurdistan û Amerîka protokoleke leşkerî îmze kirin

Bi çavdêrî û amadebûna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, di  navbera Hewlêr û Washingtonê de protokolek leşkerî hat îmzekirin û li gor vê protokolê wê Amerîka alîkariya leşkerî û darayî bide Hêzên Pêşmerge.

Îro 12.7.2016 Alîkara Wezîrîrê Bergiriyê yê Amerîka Elîsa Slotkîn û Wezîrê Navxwe û Pêşmerge bi wekalet ê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Kerîm Şingalî hat îmzekirin.

Li gor amajeya berpirsên hikûmeta Herêma Kurdistanê, ev yekemîn car e protokolek wiha bi fermî di navbera herdu aliyan de tê wajokirin û kar li ser tê kirin.

Protokolek leşkerî herwiha siyasî ye jî. Li gor vê protokolê dê Amerîka di şerê li dijî DAIŞê de hevkarî û alîkariya leşkerî û darayî bide Hêzên Pêşmerge.

KDP

PROTOKOLS__2016_07_12_h13m48s54__RM

Şîrove bike li ser vê gotarê