HESTINE KEYANDÎ HESTINE KEYANDÎ

HESTINE KEYANDÎ

Gotar Jul 25, 2016 admin 0

Li ser singê asoyekî bi êgir pêçayî, tivinga min ala serkeftinê li ba dike, toza koletiyê ji dawa dîroka hêsirbarandî dadiweşîne û bi baxê... HESTINE KEYANDÎ

Li ser singê asoyekî bi êgir pêçayî, tivinga min ala serkeftinê li ba dike, toza koletiyê ji dawa dîroka hêsirbarandî dadiweşîne û bi baxê hêvî û mizgîniya salan bişkovkên azadiyê, di miltanê welêt yê pînekirî de vedike.

Belê.. şoreşvan im, nijadê min pêt û agir e, ji bêfilên lehengiyê pekiyame, şîrê pêdariyê, yê ku min ji pêsîrên çiyayên bejnbilind mêtine, di xwîn û damarên min de meyiye, tizbiya çîrok û destanên lehengiyê, ya ku bapîrên min bi stuyê dîrokê ve daliqandine, ez fêrî abeya jiyanê kirime.ِ

Îro ezmûna jînê ez kirim striyê çavê neyaran, min jî malzaroka welêt bi çîrokên qehremaniyê xelat kir.. li eniyên şer, tîrêja xewna azadiyê ya bê hempa xwe li her tiştekî diqelibîne, hilmeke germ min dipêçe, kaniya coşê li deşta giyanê min bi hêz diherikîne, ez dibim çakûçê destê Kawayê Hesinkar, û mîna şêr û bazan, li daristana tariyê, nêçîra rovî û çavsoran dikim, tola stêrkên rijyayî, yên ku axa şêrîn bi xwîna xwe av dane distînim û di kavilên temenê vala de çireyên coşê vêdixînim.

Lîstokên ku di destê zarokan de şewitîne û tîbûna çavên dayîkên şehîdan riya min di jînê de rastir kirin, û vedenga nalîna welêt ez bi ser hev de guvaştim, hingê ez hestewar bûm ku berxwedan heyîna mirov e, xewn û sîberan vedijîne.

Hêz û vîna min li deşt û newalokên eşqa yarê diçêrin, eger carina vîna min diçelmise, yan ramaneke piştxûz per û baskên kevokên hêviyên min dirûçiqîne, ez dilê xwe li ser palgeha bîranînên têrevîn vedihesînim, û di peyala çavên yarê de kenê welatê xwe dimeyzînim..

Li her sibehekê, ez rûyê xewnên xwe bi gulava eşqê dişom û mîna dewê keyandî, peyalên ronahiyê bi ser lêvên tî ve dikim, û li berbanga azadiyê, serkeftinê dikim gurzeke gul û reyhan û diyarî yara dilê xwe dikim.. belê.. welatê min yar e, û yara min welat e.

 

Vejîna Kurd

Vejîna Kurd

Şîrove bike li ser vê gotarê