Pêşmergeyê herî temendirêj jiyana xwe ji dest da Pêşmergeyê herî temendirêj jiyana xwe ji dest da
Hat diyar kirin ku pêşmergeyekî herî bi temen ê Komara Kurdistanê û yek ji dostên nêzîk ên Mele Mistefa Barzanî çû ser dilovaniya xwe.... Pêşmergeyê herî temendirêj jiyana xwe ji dest da

Hat diyar kirin ku pêşmergeyekî herî bi temen ê Komara Kurdistanê û yek ji dostên nêzîk ên Mele Mistefa Barzanî çû ser dilovaniya xwe.

Pêşmergeyê herî bi temen ê Komara Kurdistanê yê bi navê Hecî Ebdulrehman Şêx Wesanî di temenê xwe yê 100 salî de çû ser dilovaniya xwe. Hecî Ebdulrehman Şêx Wesanî jinavçeya Soran bû û pêşmergeyê Şoreşa Îlonê û yek ji hevalên nêzîktir ên Mele Mistefa Barzanî bû.

Hecî Ebdulrehman di sala 1987an de bi Tevgera Îslamî ya wê serdemê te têkilî danî û paşê jî di nava Komeleya Îslamî ya Kurdistanê de pêşmergetiya xwe dewam kir. Herwiha Hecî Ebdulrehman Şêx Wesanî berî raperîna sala 1991a yek ji fermandarên Hêzên Pêşmerge bû.

3803115

Şîrove bike li ser vê gotarê