Qamişloka min Qamişloka min

Qamişloka min

Kultur Mar 12, 2017 admin 0

Heye kû ez dîsa xweş te bi bînim Kûlû derd û xemê xwe ez hilînim Bibûr kû min li şûna xwe tû hiştî Belê... Qamişloka min

Heye kû ez dîsa xweş te bi bînim
Kûlû derd û xemê xwe ez hilînim

Bibûr kû min li şûna xwe tû hiştî
Belê çibkim dem û dewran nehiştî

Bikî bahwer di nîva dil tû şînî
Hebûna min ji bona te di jînî

Li ser çogim ji ter tême sicudê
Bi navê te di xwînim xweş sirûdê

Tenê yek şev li ser sînga te xewkim
Ezê jînê bi gorî bin û serkim

Hevala min hevala min hevalê
Tû rinda min şêrîna min şepalê

Ji te dûrim kela dil min difûrî
Gelo rewşa te çawa ew dibûrî

Qamişla min gelo wek min dinalî
Ji bêbexta ji vî alî wî alî

De bêje lê ji dil min derx vî derdî
Çilo çawa zigûrd bûne efendî

Xûrşîd Xelîl

Şîrove bike li ser vê gotarê