Ahwara Ako- mahmoud ako nivîskar û rojnamevan.
rojavayî kurdistanê.
Sûrî kirinên xwe yên dijî mirovantî yê rawestîn. mafê gelê kurd ê rewa bi dilovanî bigir yana wê li ser serê we teva bibi herifandin û wêran kirin
Raperîna jibo azadî yê, serhildana 12 adarê 2004 a. a gelê kurd ê qehreman li rojavayî kurdistanê serxwebûn bi destê xwe anî û desthiladarî ya diktatorî ya erebî ya partîya Bas li rojavayî kurdistanê bi dawî anî.
pishtî ku pûtên dîktatorê sûrî yên li rojavayî kurtdistanê, serkomar Hafîz al Asad hatin shikenadin û wêneyên wî hatin avêtin û pêlkirin, ala kurdistanê hat bilind kirin, desthilatdarî ji destê sûrî derket. ji hemî dinya yê ri- cîhanê ri hat nîshan dan ku tu tisht li ber azadî ya gelan ranawesti.
bi vê yekê gelê kurd xwe wek perchak ji axa xwe a rizgar da nasîn.
wê demê wek ku hat naskirin ku gerîlayên rojavayî kurdistanê ên li chiyayên kurdistanê birê ketibûn ku bigihên herêma rojava. wê demê bercewendî yên desthilatdarî ya sûrî li herêma rojavayî kurdistanê hatin hilweshandin. bi raperîna gel partî rêxistin û kesayetî ya kurd li rojavayî kurdistanê, cara yekê bû ku gelê kurd ji bo xwe û jibo gelên cîhanê tevî da zanîn ku tishtek li ber rêka mafê azadî yê ranawesti û bi vîn û evîna xwe a xweristî jibo mafê xwe bi dest bixi, ji hemî deverên kurdistanê alîkarî hat dîtin. bercewendyên sûrî bi gelê kurd ri cara yekê ket biva dawî û rastî yê di. rû bi rû gelê kurd himberî desthilatdarî yê ket sherê chekdarî û serhildanê. gelê kurd û opozisyona wî giya wê bawerî yê ku desthilatdarî ya sûrî shkest. ne tenê hêzên asayishê lê belê hemî hebûna sûrî ya leshkerî hat rawestandin û herêma rojavayî kurdistanê wê demê ma bi serê xwe, wek mafekî xweristî-surishtî serxwebûn bi dest xwe xist û xwe anî qada hebûnê.
jibo ku sûrî dîsa desthilatdarî yê ango dagirkirinê vegerîni sûrî û herêma rojavayî kurdistanê, rabûna leshkerên cenga giran a bi hemî hebûna xwe ya leshkerî xwe dîsa kishand herêma rojavayî kurdistanê, bi hemî hebûna hovane a ne mirovantî ya ku ne xwedê û ne mirov qebûl diki dest bi girtin kushtin û talankirinê kir. mixabin wê demê hêza kurdî ya siyasî û leshkerî ne di asta desthiladtarî yê debû. bi vê yekê sûrî serperishtiyek siyasî leshkerî, di bin siya serkomar Bashar al Asad di jibo bi dawî anîna serhildanê li herêma rojavayî kurdistanê da damezrandin û bi hemî hêza xwe ya dijî dijminê xwe yê serke Israîl, berê wê tev da herêma rojavayî kurdistanê, bi vê yekê sûrî dîsa bi destê darê zorê û chav sorî yê desthilatdarî vegerand sûrî. bi hatina leshkeran ri, rêxistin partî yên rojavayî kurdistanê hêza siyasî bi tenê nikarîbûn desathilatdarî yê ji xweri biparêzi, hêza leshkerî ya rojavayî kurdistanê li chiyayên rojhilat bakur û bashurî kurdistanê di nîvê rê debûn. dema mesha bû bûyînek yek ta di kishandina hêzên leshkerî yên ber bi rojavayî kurdistanê di.lê sûrî bi zûtirîn dem û ecele hêza xwe a nijadperist bi leshkerî û bi destê lêxistinê kushtinê a ji qehr û xezebê dîsa desthilatdarî ji xwe tenê ri vegerand. ev desthilatdarî ya ku ji alî yê gelê kurd ne pejirandî bê raya wî û mafê wî yê rewa anî hebûnê. aya dagirkerên kurdistanê sûrî îran tirkî wiqasî xeshîm û nezanin? belê zanin ku kurdistan hebûnek bi serê xweyi.
Bang jibo desthilatdarî ya sûrî ku dest ji pilanên xwe yên pashverû û ne mirovantî berdi û mafê gelê kurd bipejirîni. zindaniyên raya azad chi ereb û chi kurd berdi. va em dibînin bê chawa miletên cîhanê li kêleka hev bi hev ri wek me û we dijîn. bê nakokî jiyan paktir bashtir paqijtir berdewam dibi. rewsha sûrî û ya desthilatdarî yê di aloziyek bira deyi. pirsa gelê kurd û hebûna wî a li ser axa wî, Xirbekên Colanê ashtî ya bi Israîlê ri, û pishtevanî ya dijî rojavayî kurdistanê ,li ser masa serkomarî ya sûrî tozgirtini, û hînajî sûrî xwe dixi bin siya rêxistinî ya UNO û EU di.
ji destpêka serxwebûna sûrî û hetanî dema ana, rayedarên desthilatdarî ya sûrî bi qasî serê derzî yê jî mafê gelê kurd ne di warê Atonomî nejî fedralî heta ne jî chandî û siyasî û abûrî di, bi serdi qedexekirina chi awayê hebûna gelê kurd, û biserdi jî em dane shewitandin di sînama amûdê di zarok hatin shewitandin jibo shoresha cezaîrê, di zindana hisicha di bi rengekî ne mirovantî siyasetvanên kurd dan ber kushtin û shewatê magelo ev dilovanî û mehrevanî ya xwedapereistî yi yan dijayetî ya dijî ziman chand û kultûra kurdî yi.
divan bûyerên dawî chi li efrîn kobanî hisikcha dêrikê yan tirbesipî yê rimêlan an qamishlê, serêkanî yê dirbêsiyê reqa sham û heleb belê hetanî bi girtina zarok a û lêxistina ji dawî di a leshkerên kurd. ev bûyer ji mirovantî yê ri didin naskirin kî li ser axa kê yi û kî kê dikuji. gelê kurd ku ji destpêka xwedi miletekî ashtî xwaz evîndarê jiyanek bi rûmeti.
Helbet haya we jê heyi, li deverên-herêmên ku nakokî li ser heyi an jî nakokî dibin bi darê zorê, ev herêm di pêshketina xwe ya himberî herêmên serfiraz û azad ne bashi jibo civakê û ji xerabî û wêranê pêvi li dû xwe nahêli. wek komara sûrî jî ku beshekî ji axa kurdistanê dagirdiki, jibo gelê herêmê tevî ev nakokî bi ziyanin.
sûrî ku bi destên serfiras û azadên herêmê kurd û ereban hat hebûnê. gelê kurd li rojavayî kurdistanê ku hebûna wî a kevnar di herêmê di, desthilatdarî yê- hikûmetê didi xwe tenê. û ev maf wê di pêsherojê di bê hebûnê heger bi erêbûn û nabûna desthilatdarî ya dagirker bi. hevbeshbûna welatê kurda tuneyi, û kurdistan bi rojhilat bashûr bakur û rojava kurdistanek tenê yi. hikûmet-desthiladarî ya sûrî, temenê xwe bi mijtina xwîna miletên xwe û êlperistina xwe, û dagirkirina rojavayî kurdistanê, her tishtî didi xwe tenê û hebûna miletê kevnar ê kurd tune diki. sûrî ku xwe di civaka navnetewî di, wek welatekî serfiraz û azad dibîni, dinya tev zani ku desthilatdarî ya sûrî ne li ser bengehên wekhevî û azadî ya kesayetî dîmokratîk ava bûyi. di hebûna xwe di ne cihê bawerî yê yi. sûrî bi hemî hêza xwe ya leshkerî û atomî jibo gelê herêmê tevî û bi taybetî jibo gelê kurd bivek pir mezini. ji hemî miletên herêmê tê xwestin ku jibo vê yekê bash xwe agehdar bikin û bi zanyarî yên atomî xwe shiyar biki. wek ku hatî yi naskirin nixurî yê serkomarê sûrî yê berê Hafiz al Asad- Basil ,biray< ê serkomar ê ana Beshar al Asad ketibû kirîna gemara atomê ji dervî sûrî, û wî bi nasîna xwe ew gemara atomê li herêma rojavayî kurdistanê veshartî yi.
em dixwazin ku desthilatdarî ya sûrî deryên xwe jibo wekhevî yê birayetî yê hevqebûlkirinê veki. û di xala yekem di van kirinên dijî gelê kurd rawestîni û bi hishmendî li ser vê meseleyê bi nûnerî ya kurd ri rûnishtinan pêk bîni. yana wê jibo wê di dema bê di alozî û ziyan pirtir bibin. daxwaza me ji hemû rêxistin partî û kesayetî yên jibo jiyanek xwesh û li nik hev bi chavê zanînê bigrin. pêwîsti ku lêgerîn û deranîna bermîlên gemara atomê zelal bibin.
ev kirinên ku desthilatdarî ji dema serfirazî ya sûrî û hetanî dema niha, li dijî doza gelê kurd jibo mafê wî ê azad di serxwebûnê di berdewami bi rengekî pir qirêj û gemar jibo gelê me û gelên herêmê nebash bi pêsh di diri. kushtina kesayetî ya kurd di leshkerî ya sûrî di jibo sûrî bi xwe kêmanîyek pir mezini.
Banga mi jibo kesên di opozisyonê di ku hatina leshkerên desthilatdarî ya sûrî ya rojavayî kurdistanê di bin chavên xwe di bigrin û bi hishmendî bi dû doza gelê xwede bin. partî û rêxistinên ku ji doza gelê xwe ri kar dikin, nekevin û xwe ji mercên desthilatdarî yek ne ewle ri serî daneynin û xwe wek nûnerê gelê xwe azad û serfiraz bibînin. doza xwe bi pêshdi bibin, hêza xwe ya siyasî leshkerî bidin serhev.destûra sûrî ku mafê gelê kurd û gelê ereb jî bin pê diki û xwe tenê dibîni, wek em tev zanin ku ev desthilatdarî ne bi raya gishtî yi û nejî cihê bawerî û înanêyi. partî û rêxistinên kurd gereki jibo xwe desthilatdarî yek rewa û azad damezrînin,û mafê xwe bichesipînin. li dû shert û mercên desthilatdarîyek azad û serrfiraz bin. bê chawa desthilatdarî yên Erebî Tirkî Farisî bi hêzên chekdarê sher xwe diparêzin û me li ser axa me, me tunedikin, divê em jî xwe jibo jiyanek bi rûmet û azad bidin pêsh. ew bi xwe zanin ku em heni û emê hebin ta ku ev gerdûn digeri.em zanin ku desthilatdarên sûrî tirkî farisî bi milyonan perê me didizin pê chekan dikirin û me pê dikujin.tirkî ku bi hemû hebûna NATO sherê hebûna gelê kurd diki, her wiha melêyên farsî jî bi hebûna xwe ya atomê dijayetî ya gelê kurd diki û mafê hebûnê jibo jiyanê dikuji û tinediki. bi kushtin û zindankirinan gelê kurd naqeli û ta dawî di ber doza gelê xwe wê li ser axa xwe bimîni û sherê dagirker biki ta ku hebûna wî hebi.