destpêk                      gotare bişîne                   têkilî                     links                     erşîv                     beşê arabî   
nivîsar

Tirbesipî: Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Kurdên li derve û malbatên
wan dayina belgeyên nasnameyê qedexe dike - Navên pêþî peyda bûne KURDWATCH, 27ê gulana (May) 2010ê - Dezgeha Ewlekariya Dewletê di destpêka gulanê de lîsteyên bi na
... Berdewam bixwîne

Qamiþlo: Komek Fileh di lîsteya Dezgeha Ewlekariya Dewletê de ne
KURDWATCH, 10ê hizêrana (June) 2010ê - Piþtî Tirbesipî û Amûdê KurdWatch navên kesên ji derve yên ji Qamiþloyê, ku Dezgeha Ewlekariya Dewletê li wan digere, peyda kirin. Di vê lîsteyê de balkêþ e ku gelek kesên ku navên wan tê de ne, fileh in. Li gor agahiyên çavkaniyeke ji Qamiþloyê lîsteyên Dezgeha
... Berdewam bixwîne

Amûdê: 58 Kurdên derve di lîsteya Dezgeha Ewlekariya Dewletê de ne
KURDWATCH, 5ê hizêrana (June) 2010ê - Wek ku berê hatibû behskirin, Dezgeha Ewlekariya Dewletê di destpêka gulanê de lîsteyên bi navên kesên ku li derveyî Sûriyê dijîn, þandine ji dezgehên nifûsê li parêzgeha Hisiçayê re. Ligel van lîsteyan ji dezgehên nifûsê re ferman hatiye þandin, ku bêyî erêkirina Dezgeha
... Berdewam bixwîne

Hevpeyvîn bi Birêz Mesûd Tek, Sekreterê Giştî yê PSK’ê
Nivîskarê Rojnama Agirî Selîm Zencirî, bo baskirin li ser paketa AKPê bo reformên Destûrî, helwesta kurdan û bi giştî
... Berdewam bixwîne

Peyama Mistefa Hıcrî ji bo greva giştî
Peyama Birêz Mistefa Hıcrî, Sekreterê Giştî Yê Partiya Demokrat A Kurdistana Îranê Bi Boneya Gireva Giştî A Xelkê Kurdistanê

?

... Berdewam bixwîne

Nameyek vekirî jibo desthilatdarî ya sûrî ( beshê 1 ê )
Ahwara Ako- mahmoud ako nivîskar û rojnamevan. 

rojavayî kurdistanê.


Sûrî kirinên xwe yên dijî mirovantî yê rawestîn.  mafê gelê kurd ê rewa bi dilovanî bigir yana wê li ser serê we teva bibi herifandin û wêran kirin

... Berdewam bixwîne

Ev beşe vê gavê bê naverok e.
 

Barzanî: Kurd hêdî di meseleya Kerkûkê de nermiyê nîþan nadin



HEWLÊR, 22/5 2010 — Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî di hevpeyvîneka digel rojnameya erebî El-Heyatê de got hêdî kurd di meseleya Kerkûkê de nermiyê nîþan nadin û tenazulê jî ji nasnameya vî bajarî Serokê Kurdistanê got her ji serdema encûmena hukûmetê ve û heta niha, wan di meseleya pirsa Kerkûkê de nermî nîþan daye, lê belê êdî nermbûnê jî sînorê xwe heye û got çareyeka destûrî ji pirsa Kerkûkê re heye ko ew jî asayîkirina rewþa Kerkûkê, serhejmarîya bajarê Kerkûkê û referanduma li bajarê Kerkûkê ye.

Mesûd Barzanî got ev nayêt wê watayê ko Kerkûk dê ji Iraqê cuda bibe, lê belê Kerkûk her dê bajarekî Iraqî be wekî Hewlêrê, Silêmanîyê û Besrayê û got:

— Pirsa bicihanîna madeya 140-ê aþkira ye û divê li angora destûrê bêt çareser kirin. Em daxwaza ti çareyeka li derveyî destûrê nakin. Em dê di meseleya dabeþkirina postên rêvebirinê jî de nermbûnê nîþan bidin, lê belê dê xelkên Kerkûkê bi xwe biryarê li ser nasnameya Kerkûkê bidin.

Serokê Kurdistanê weha jî got:

— Hemû rastîyên dîrokî û cografî tekez dikin ko Kerkûk beþeke herêma Kurdistanê ye. Em saziþê li ser nasnameya vî bajêrî nakin.

Serokê Kurdistanê di vê dîdarê de tekez li ser pêwistiya sîstema federal kir û daxwaz kir ko erebên sunne û þîe jî bibin xwedanên herêmên federal, wek çawa herêma Kurdistanê herêmek federal e.

Mesûd Barzanî got heger sîstemeka serangîr û navendî bi ser Iraqê de bêt sepandin (ferz kirin) dê Iraq parçe-parçe bibe û got:

— Em daxwaza sîstema federal li hemî Iraqê dikin. Di vê sîstemê de dê bêtirî herêmekê ji suneyan re hebe. Þîe jî bi heman þêweyî, lê belê divê wek herêma Kurdistanê, azadîyek berfirehtir ji sunneyan re hebe û dê Baxdad jî paytexta hemûyan be.

Serokê Kurdistanê got:

— Heger em vexwendinekê di heqê encamên vê dawîyê yên hilbijartinan de bikin em dê bibînin ko ji bilî Baxdayê – ji ber ko hevwelatîyên wê ji miletên cida ne – sunneyan deng daye sunneyan, þîeyan deng daye þîeyan û kurdan jî deng daye kurdan. Navê þîeyîyekî ji min re bibêjin ko li parêzgeha Enbar serkevtî bûye. Yan navê sunneyîyekî bidin min ko li Emare serkevtî bûye. Yan navê kurdekî bidin min ko li deverên erebî serkevtî bûye. Rewþa heyî weha ye.

Mesûd Barzanî behsa baþbûna têkiliyên Tirkiyeyê û Kuridstanê kir û got ew ji bo xweþbûna peywendîyên navbera Turkiye û Kurdistanê þad in û got ew dê di demeka nêzîk de serdana Tirkiyeyê bike.

Li ser peywendîyên bi Sûriyeyê re jî serokê Kurdistanê got di serdema Hafiz El-Esed de peywendîyên wan gelek xweþ û xurt bûn lê belê piþtî sala 2003-yê hinekî sarbûn çê bûye û got:

— Sûriya çend caran daxwaz kir ko ez wek serokê PDK-ê serdana Sûriyeyê bikim lê belê min qebûl nekir. Ew jî ji ber ko ez dixwazim wek serokê herêma Kurdistanê serdana Sûriyeyê bikim.

Di heqê bombebarankirin û topbarankirina ordiya Tirkiye û Îranê de jî ko li ser axa herêma Kurdistanê tên kirin serokê Kurdistanê got ew ji ber vê rewþê bêzar in û tekez kir ko divêt peywendîyên navbera Kurdistanê û dewletên cîran xweþ bin.

Serokê Kurdistanê li ser pirsa terorkirina Serdeþt Osman peyivî û got ko ew bi hemû awayan dixwazin ko bigihêjin rastîya vê pirsê û ew rê nadin ti kesan ko vê pirsê ji bo pirsên berteng yên hizibçîtiyê bi kar bînin û got:

— Mixabin ko ev bûyer çê bû. Ez bi xwe di pileya yekem de di ber jîyana hevwelatîyên herêma Kurdistanê de berpirsyar im. Ez þanazîyê jî dikim ko me ji bo pêkanîna azadîyê ji vî milletî re xebat kir û niha hûn bi çavên xwe dibînin ko herêma Kurdistanê berhemê wê xebatê ye.

Mesûd Barzanî got ev bûyer gelekî bi xerabî bi kar hat û tekez kir ko divê rê ji lêkolînan re bêt vekirin û got heger di encamê de hat xuyakirin ka kê ev kiryar kiriye, yan guman li ser kê çê bibe, ew kes dê ne di ser qanûnê re be û divê ew kes li dadgehê amade bibe û got:

— Gelek nîþan hene û ew dê me bigihînin rastîyan. Serdeþt Osman jî xwendevan bû, ne rojnamevan bû. Termê wî jî li Mûsilê hat dîtin.

Serokê Kurdistanê tekez kir ko ew dê bigihêjin rastîya vê pirsê û divê ti kes bê belge û dokument, ti alîyekî gunehbar neke û got:

— Me daxwaz kiriye ko her kesê belge di nava destên wî de hebin, bila pêþkêþî komîteya lêkolînê bike. Divê em hemû alîkarîya komîteya lêkolînê bikin.



 
_ASSOTOPIC

Gotara desbeke

E-Mail: hemid9@hotmail.com                                                              www.alparty.de

Webdesign by : www.hamo-host.de